BI DÎMEN

Li Gießenê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin

Li bajarê Gießen ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin protestokirin.

Li bajarê Gießen ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava meş hate lidarxistin.

Li gel gelê Kurd û dostên wan, nûnertiya Partiya Komunîst a Elmanyayê (DKP) a Giebenê û gelek kes ji raya giştî ya Elmanyayê beşdarî meşê bûn. Çalakvanan li dijî êrîşên li Rojava ku projeya demokratîk dike hedeg, dengê xwe bilind kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku komên wekî HTŞ (Heyet Tahrir El Şam) bi piştgiriya Tirkiye êrîşî Rojava dikin û hate diyarkirin ku divê civaka navneteweyî li dijî van êrîşan bêdeng nemîne. Her wiha hate destnîşankirin ku wê piştevaniya ji bo têkoşîna aştî û azadiyê ya gelê Kurd dewam bike.

Çalakvanan bi dirûşmeyên “Ji êrîşên Rojava re na”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Piştevaniya navneteweyî dide jiyîn” meşiyan. Çalakî bi bangên piştevaniyê û peyamêên piştevaniyê ya ji bo gelê Rojava bi dawî bû.

Bertekên li dijî êrîşên li ser Rojava, di serî de li Elmanya li gelek bajarên Ewropayê dewam dikin.