Li Gîessenê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Kurdistaniyên li bajarê Gîessen a Elmanya û derdorî wê dijîn bi mîtîngekê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protestokirin.

Mîtîng bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) li Berlîner Plaatzê pêk hat. Di axaftinên li ser navê NCKD hate kirin de bal kişandin ser qetilkirina sivîlan ku zarok jî di nav de, her wiha bikaranîna çekên kîmyewî jî. Hate gotin ku divê dawî li dagirkeriyê bê û dewleta Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişe. Piştre jî li ser navê KOM-MED’ê daxuyaniyek hate dayîn.

Çalakî bi bang tevlîbûnê li çalakiya ku wê roja Înê ya saet 16:00 û roja Şemiyê jî ya li Gîessen a sert 15:00’an bê lidarxistin û şûnde bi dawî bû.