Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Li gelek navendên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin - HATE NÛKIRIN

Li gelek navendên Ewropayê Newroz bi coş hat pîrozkirin.

Li bajarê Strasboûrg ê Fransa, Lubeck a Elmanya, Rijswijk a Hollanda, Lîmasol a Qibrisê û Marburg a Elmanyayê Newroz bi coş hat pîrozkirin.

STRASBOURG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dijîn bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin. Di pîrozbahiyê de peyama KCK’ê hat xwendin. Piştî peyama KCK’ê siyasetmedar Faysal Sariyildiz axaftinek kir. Sariyildiz diyar kir ku Newroz ji bo Kurdan ji Kawa heta Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd tê wateya berxwedanê û got: “Agirê ku Mazlûm Dogan vêxistiye wê heta serkeftinê geş bibe.“

Sariyildiz, bal kişand bi ser tecdrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Heta tecrîd bi dawî nebe çareseriya pirsgirêka Kurd ne pêkan e û muxatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.“

Piştî axaftinan Serhado, Beser Şahîn û Sîdar Amed derketin li ser dikê û stran gotin.

LUBECK

Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê jî bi sedan Kurdan û dostên wan Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya Newrozê li Qada Lubeck Wiesental am Schaluppenwegê hat pîrozkirin. Hunermend Saîd Dêrik, Baran Agîr, Tewfîk Goyî, Hejal Elanî û Îdrîs Bêrtî derketin li ser dikê stran gotin.

Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

RIJSWIJK

Li bajarê Rijswijk ê Hollandayê jî bi hezaran Kurdan Cejna Newrozê bi pîrozbahiyekê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Ewilî ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin û agirê Newrozê hat vêxistin.

Kurdan li ber stranên Kurdî govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Newroz pîroz be“ berzkirin.

Hevserokê Gonra Gel Remzî Kartal û Hevserokên DEM-NED’ê têkildarî Newrozê û geşedanên di rojevê de ne axaftin kirin. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişand ser Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd û got: "Kurd bi sedsalan e li ber xwe didin. Ev têkoşîn têkoşîna azadî û edaletê ye. Gelê Kurd wê Têkoşîna Azadiyê bi ser bikeve."

Hevserokatiya DEM-NED’ê jî diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên gelê Kurd bidomînin û got: "Gelê Kurd wê li hemberî zilmê serî natewîne. Em ê di vê têkoşînê de mil bi mil bi ser bikevin."

LÎMASOL

Navendek din a pîrozbahiya Newrozê bajarê Lîmasol ê Qibrîsê bû. Bi sedan Kurdistaniyên li gundê Alassa yê Lîmasolê hatin ba hev Cejna Newrozê bi coş pîroz kirin. Qada Newrozê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mezlûm Dogan, alên PKK, HPG, YPG, YPJ’ê hat xemilandin.

MARBURG

Li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê jî Cejna Newrozê bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê li Qada Bürgerhaus Cappel-Marburgê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de ji bo giyanê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê rêz hat girtin. Serokê Şaredariya Marbûrg ê SPD'lî Dr.Thomas Spies, Die Linke Hennig Köster û nûnerên NAV-DEM’ê axaftin kirin.

Hunermend Sîlava Rojava, Hozan Memyan û Dilara Kobanê derketin li ser dikê stran gotin.

Kurdistaniyan heta direngiya şevê li ber agirê Newrozê govend gerandin.

TORINO

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Kurdistaniyan û dostên wan agirê Newrozê vêxist û ji bo giyanê şehîdan rêz girtin.

Di pîrozbahiyê de siyasetmedar Lezgîn Botan axivî û got: “Hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo gelê Kurd destpêka pêvajoyeke gelekî girîng e. Wateya vê Newrozê ji bo azadiya Rêber Apo ye.”

Piştî axaftinan Kurdistaniyan li ber stranên hunermend Mem û Zînê Botan govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” berz kirin.