Li gelek bajarên Ewropayê tecrîd hate protestokirin
Li Ewropayê çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan berbelav dibin.
Li Ewropayê çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan berbelav dibin.
Li gelek bajar û navendên Ewropayê Kurdistani û dostên wan li hev civiyan bi çalakiyan daxwaza azadiya Ocalan kirin.
RENNES
Li bajarê Fransa Rennesê Kurdistanî û dostên wan bêdengî û helwesta hêzên navnetewî û Ewropa ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd protesto kirin.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Rennesê ku beriya 10 rojan hatibû destpêkirin îro bi meşekê bi dawî bû. Meş seat 15:30’an li pêşiya avahiya şaredariyê dest pê kir. Meş bi xwendina daxuyanî û axaftinên sazî û rêxsitinên dostên Kurdan bi dawî bû. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hate berzkirin.
MALMO
Li bajarê Swêd Malmoyê jî çalakiya protestoyê hate lidarxistin. Mîtîng li Qada Trînagelê hate kirin û daxuyaniya komeleyê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bazara qirêj ya di navbera DYE û Tirkiyeyê de hate teşhîr kiririn. Bang li hêzên demokratîk û raya giştî hate kirin ku li dijî planên êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bidin. Her wiha bang li Netewên Yekbûyî jî hate kirin ku çavdêran bişîne Bakurê Sûriyeyê.
Piştî axaftinan girseya gel ber bi navenda bajêr ve meşiyan û dirûşme berz kirin.
CREÎL
Li bajarê Fransa Creîlê jî ji aliyê Navenda Civaka DemokratÎk a Kurd ve tecrîda li ser Ocalan hate protesto kirin. Girse saet 17:00’an li pêşiya gara Creîlê li hev kombûn û bi wêneyên Ocalan û Guven meşiyan.
Di meşê de dirûşmeyên “Biji Serok Apo”, “Liberte pour Öcalan”, “Terorîst Erdogan”, “Faşîst Erdogan” hatin berzkirkin û tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin. Çalakiya grevên birçîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK’ê, ya Leyla Guven û ya Strasboûrgê hatin silavkirin.
MONTPELLÎER
Li bajarê Fransa Montpeîllerê jî tecrîda li ser Ocalan hate protesto kirin. Meş ji aliyê NCDK ve li Parka Peyroû Pîtot dest pêkir û heta Qada Comedîe domkir.
Di meşê de belavok hatin belavkirin, bê navber dirûşim hatin berzkirin û meş li Qada Comedîeyê veguherî mîtîngê.
Endamê dîwana Hevserokatiya CDK-F Cevat Guneş axivîû got; “Divê demildest tecrîda giran a li ser Ocalan were rakirin û hevdîtina malbat û parêzeran pêk were.”
Guneş çalakiya Leyla Guven jî silav kir û got bi mîlyonan mirov daxwaza rakirina tecrîdê dikin.
GRAZ
Li bajarê Avûstûrya Grazê êrîşên dewleta Tirk ên li sijî Rojava û avakirina bingehê êrîşan a ji aliYê DYE ve hate protesto kirin.
Girseya gel wêneyên Ocalan û alên PKK, YPG/YPJ’ê hildan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî bi dawî bû.
OLDENBÛRG
Li bajarê Elmanya Oldenbûrgê jî tecrîd hate protestokirin. Kurdistaniyên li Bremen û bajarên derdor dijîn beşdarî çalakiyê bûn û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ û ‘Bijî berxwedana YPG, YPJ’ê’ berz kirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û hate gotin ku biryara DYE’yê ji bo dewleta Tirk bingehê êrîşan ava dike.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
FREÎBÛRG
Li bajarê Elmanya Freîbûrgê têkildarî greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven endamên komîsyona têkilyên karê derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Freîbûrgê bi Parlamenterê SPD Emmendîngen Johannes Fechner re civiyan.
Endamên komîsyonê têkildarî grevên birçîbûnê agahî dan Fechner û fikarên têkildarî tenduristiya Ocalan jî anîn ziman. Hate gotin ku divê hikûmeta Elman û hêzên navnetewî li dijî politîkaya tecrîdê ya ku parçeyek ji konsepta tinekirina Kurdan a hikûmeta AKP’ê bikevin nava tevgeran.
Di civînê de biryara DYE ya vekişîna ji Rojava, amadekariyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî hatin nirxandin. Johannes Fecher ji ber serdanê keyfxweşiya xwe anî ziman û got ew mijarên ku nirxandine ji nêz ve dişopîne û wê mijara Leyla Guvenê jî bişopîne.
NEWPORT
Li bajarê Newport yê eyaleta Galler a Îngîltereyê greva birçîbûnê ya ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven hatibû destpêkirin didome. Kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye û Kurdistanî jî bi dorveger a rojekê beşdarî çalakiyê dibin. Çalakgeran diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakî bidomin.
Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Mehmet Aksoy axivî û banga piştgirîyê li Kurdistanî û dostên wan yên li Galler û Brîtanyayê dijîn kir.