Li Gavleyê Rewşen Hisên û şehîdên QSD’ê hatin bibîranîn

Şervanê QSD’ê Rewşen Hisên (Rojava Şêbî) yê 13’ê Cotmehê di êrîşa dewleta Tirk a li ser Girê Spî de şehîd bûbû û hevrêyên wî bi bîranînekê ya li Gavle ya Swêdê hatin bîbîranîn.

Bi tevlîbûna gelek Kurdistanî û dostên wan birayên Hisên ên li bajarê Sandvîkenê dijîn, bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Siyasetmedarê Kurd Hozan Heval jî aixvî û bal kişand ser berxwedana Şêbî û hevrêyên wî yên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê yên ho v û got: “Heta hevrêyên mîna Şêbî yên me hebin kes nikare Kurdan ji nedîtî ve bên.”

Xalê Şêbî Bavê inar jî diyar kir ku piştî xwarziyê wî Tevgera Azadiya Kurd nas kir û şûnde guhertinên mezin pêre çêbû, hemû dem û enerjiya xwe ji bo rizgariya Kurd da kirin.”

Her wiha di dewama bîranînê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan jî Vecdîn Batte axivî. Bate got: “Divê gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bibiryardarî têkoşîn bike.Bang li her kesê xwedî wijdan dikim ku li dijî êrîşên dewleta Tirk rabin ser piyan.