Li Gavle dewleta Tirk hate boykotkirin

Li bajarê Gavle yê Swêdê Komîteya Rojava bi çalakiyekê dewleta Tirk a dagirker ku li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê didomîne, boykot kir.

Li bajarê Gavle yê Swêdê çalakiyên Komîteya Rojava yên di çarçoveya kampanyaya boykotkirina mal û tûrîzma Tirk de didomin.

Kurdistanî û dostên wan di roja dawî ya salê de li pêşiya magazaya xwarinê Coop ku malên Tirk difiroşe, çalakiyek lidar xist. Çalakgeran daxwaza boykotkirina malên Tirk kirin û pankart hildan. Çalakgeran belavok belavkirin û têkildarî sûcên şer û dij mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker li Rojava pêk tîne, welatî agahdar kirin.

Di belavokan de wiha hate gotin; “Li Rojava her roj cînayet û revandina mirovan didome. Gelek zarok bûne qûrbanê şer. Tiştên Tirk ên tu dikirî sûdê dide dewleta Tirk.” Daxwaz ji gel hate kirin û malên Tirk boykot bikin.

Di çarçoveya kampanyayê te roja 9’ê Çileyê wê filmê Sara rojên din filmên “Resistance is life” û “Girls of the sun” (Keçên Rojê) werin nîşandan.