Li Frîboûrgê standa azadiyê hat danîn
Ciwanên ku li Frîboûrgê stand danîn, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav kirin.
Ciwanên ku li Frîboûrgê stand danîn, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav kirin.
Tevgera Ciwanên Kurd li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê danîn.
Di standa ku li Rûe de Romontê hat danîn de ji xeynî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirtûkçeyên têkîldarî Kurdistanê hat belavkirin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Frîboûrgê Orhan Hazar ku ji bo piştgirî dayîna standê amade bû, got ku yekane armanca wan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Endamê TCŞ’ê Argeş Amed jî wiha got: “Em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo he roj têkoşîna xwe mezin bikin.”