BI DÎMEN

Li Freiburgê pîrozbahiya Cejna Vejînê

Li Freiburgê, salvegera damezrandina 46’emîn a PKK’ê hat pîrozkirin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiya ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Freiburgê û Meclîsa Jinan ve hat lidarxistin, bûn. Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokên meclîsê beşdarvan silav kirin.

Di çalakiyê de, ruhê hevgirtin û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hat dubarekirin û rêzgirtina ji bo têkoşînê hat nîşandan. Siyasetmedar Ahmet Aktaş axivî û got: “Ez salvegera 46’emîn a we hemûyan pîroz dikim. Ez 73 salî me, lê ez dibêjim ez 46 salî me. Ji ber ku berî wê bêwate bû. Me hemûyan di dibistanên dijminî de xwend, hin kesan ji bo memûrtiyê xwend. Rêber Apo dawî li vê koletiyê anî. Di sala 1973’an de bi şeş hevalên xwe re got ‘êdî bes e!’ Niha em gihane 50 milyonî. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî ji vê felsefeyê afirî. Ev şoreş bi saya felsefeya Rêber Apo û xwîna şehîdan pêk hat.”

Aktaş bal kişand ser êrîşên li ser Rojavayê jî û got: “Ne tenê dewleta faşîst û kujer a AKP-MHP’ê, ji DAÎŞ’ê heta KDP’ê û heta ENKS’ê, gelek rêxistin êrîşî gelê Kurd dike. Lê li Rojava û li her derê azadiya gelê Kurd nêz e. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo û şehîdan e û têk naçe.”

Di pîrozbahiyê de Hozan Comerd, Hozan Axîn, Seher Stran û Hozan Bîrhat derketin li ser dikê. Piştre sînevîzyoneke der barê dîroka PKK’ê de hat nîşandan. Di tevahiya pîrozbahiyê de tevî gerandina govendan, timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û “Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.