Li Freîbûrg û Aûrîchê name şandin ji NY’ê re-NÛ BÛ

Li bajarê Freîbûrg û Aûrîch ên Elmanyayê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî name şandin ji NY’ê re.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî çalakî didomin. Kurdistaniyan li bajarê Freîbûrg a Elmanyayê name şandin ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re.

Komek Kurdistanî li NCDK a Freîbûrgê hatin gelhev, bi komî çûn postaxaneyê û nameyên ku Kurdistaniyan îmze kirî ji Sekreterê Giştî yê NY’ê re şandin.

AÛRÎCH

Li bajarê Aûrîch a Elmanyayê jî name ji bo NY’yê re hatin şandin.

Bang li NY’yê hate kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî bikevin tevgerê.

Di daxuyaniya hate dayîn de hate gotin ku divê cîhan tev tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, bibîne.