Li Fransê lêpirsîna qirkirinê li dijî mirovahiyê li DAÎŞ'iyê mirî

Dozgeriya Antî-terorê ya Fransayê (PNAT) cara pêşî li dijî çeteyê DAÎŞ'ê yê ku mirî biryar li ser da ku lêpirsîna 'qirkirin'ê û 'sûcê dijî mirovahiyê'  were destpêkirin.

Li gorî ajansa AFP'ê ku xwe spartiye ser saziyên edlî li ser endamê çete yê bi navê Sabrî Essîd ku tê zanîn dema êrîşên qirker ên li ser Şengalê ew jî di nav de bû, lêpirsîn hate vekirin. Tê texmînkirin ku çete destpêka sala 2018'an miriye û rasterast ji hêla DAÎŞ'ê ve hatiye înfazkirin, di gelek komkujiyan de cih girtiye.

Di lêpirsînê de ya ku ji hêla PNAT'ê ve hatiye vekirin, tê diyarkirin Sabrî Esssîd 2014-2016'an di nav komkujiya ser Kurdên Êzîdî de cih girtiye. Tê gotin lêpirsîna PNAT'ê ku cara pêşî ye li ser kesekî mirî ji ber 'qirkirin' û 'sûcê dijî mirovahiyê' lêpirsî hatiye vekirin, ji hêla dadgerên bi ser Daîreya Sûcêc Dijî Mirovahiyê ya Dadgeha Parîsê ve were rêvebirin.

DI NAV KOMKUJIYA ÊZÎDIYAN DE CIH GIRT

Dihate zanîn çeteyê bi navê Sabrî Essîd birayê jinbavê yê Mihemed Merah bûye ku Adara 2012'an li bajarê  Toulouse dema ku gelek kes kuştibûn, di operasyonekê de hatibû kuştin û Essîd ji salên 2000'î ve di nav rêxistinên Îslamî yê radîkal de bû. Derketibû holê Essîd ku 2006'an dema ku li Sûriyê hatibû girtin û teslîmî Fransayê hatibû kirin, piştî ku ji girtîgehê direve xebat domandine û yek ji navê sereke yên komên çete yên li Toulouse û Albiyê ne.

Piştre çeteyê DAÎŞ'ê ku dihate zanîn li Sûriyê û Iraqê bû,  vîdeoyek weşandibû di vîdeoyê de zarokekî 12 salî teşwîq dikir ku serê ciwanekî Israîlî jêbike. Lêpirsîna têkilî çete bêhtir têkilî komkujiyên li ser Kurdên Êzîdî ye.

Li Fransayê heta niha lêpirsînên li ser çeteyan tenê bi çarçoweya 'terorîzmê' bû.