BI DÎMEN

Li Fransayê Pêngava 15’ê Tebaxê hat silavkirin

Kurdistaniyên ku li Fransayê dijîn, di salvegerê de Pêngava 15’ê Tebaxê silav kirin. Di çalakiyan de peyama “15’ê Tebaxê vejîne. Divê her Kurdekî bi rûmet xwedî li vê têkoşînê derkeve” hat dayîn.

Li bajarê Mulhouse ya Fransayê Roja Vejînê 15’ê Tebaxê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mulhouse ve hate organîzekirin li Place du Marché pêk hat.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Piştre li ser girîngiya dîrokî ya 15’ê Tebaxê axaftin hatin kirin. 

Di çalakiya ku meşale hatin pêxistin û govend hatin gerandin de bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî 15’ê Tebaxê" û "Bijî Gerîla" bi dawî bû.

STRASBURG

Li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Şahiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Strasboûrgê ve hatî organîzekirin, ji Place Republique heta Place Kleber bi meşeke meşaleyî destpê kir.

Di meşê de alên ku wêneyên PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bûn hatin hilgirtin. Di meşa meşaleyî de gelek caran dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Fermandar Egîd dijî, PKK şer dike" hatin berzkirin.

Çalakiya li Place Kleber bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Piştre, li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê Velî Tekîner bi zimanên Fransî û Tirkî axaftinek kir.

Tekîner, da xuyakirin ku PKK’ê di kêliyeke krîtîk de ku Kurdistan ji aliyê çar dewletên mêtînger ve hat dagirkirin, çanda wê hat talankirin û hebûna gelê Kurd bi tinebûnê re rû bi rû bû, derket holê û gelê Kurd ji nû ve zindî kir. Tekîner got, “Bi pêşengiya Rêber Apo 15'ê Tebaxê fermandar Egîd û bi hezaran jin û mêrên leheng ên Kurd li dijî mêtingerî û înkarê serî hildane û ji dagirkerî û kedxwarî re gotin êdî raweste. Bi hezaran şehîdên me jiyana xwe veguherandin ala azadiya Kurdistanê. Divê îro her Kurdê bi rûmet xwedî li vê têkoşînê derkeve. Divê her Kurdek bi rûmet ji bo Rêbertî, ji bo ax, çand, hebûn û azadiya xwe cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigirin.”

Piştî axaftinan hunermend Sîdar Amedî klaman got. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

PARÎS

Li banliyoya Villiers Le Bel a Parîsê ya Fransayê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Parîsê û Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî, Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir, bi axaftinan dewam kir.

Di axaftinan de hat gotin, “Meşa azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo fermandar Egîd da destpêkirin, îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên giran li dijmin dixin. Em ê xwedî li gelê xwe, gerîla, ax û mîmarê van hemûyan Rêber Apo derkevin, biparêzin û xeyalên şehîdên me yên azadiyê pêk bînin.”

Çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

DRANCY

Bi pêşengiya TJK-F û Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancy, Pêngava 15’ê Tebaxê li Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Drancyê hat pîrozkirin. Di çalakiya li vir de gelek Kurdistanê amade bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo Fermandar Mahsûm Korkmaz û hemû şehîdên şoreşê destpê kir.

Hevseroka CDK-F û di heman demê de dayika şehîd Xanê Akdogan, anî ziman ku 15'ê Tebaxê vejîna gelê Kurde û got, "Gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo ji nû ve vejîn û derketin ser dika dîrokê." Xanê Akdogan, da zanîn ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe bi hezaran şehîd daye û got, "Wezîfeya me ye ku em têkoşîna 40 salan bi serketinê tacîdar bikin û bi şopandina rêya şehîdan re xwe bigihînin serketinê."