Li Fransayê kesên sûîqestê dikin azad in, koçberên Kurd tên dersînorkirin

Yek ji kesên ku hewl dan li Belçîkayê li dijî rêveberên Kurd sûîqestê pêk bînin li Fransayê bi azad digere, lê koçberekî din ê Kurd radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Derbarê yek ji endamên tîma sûîqestê ya Tirk Zekeriya Çelîkbîlek ku berî demeke kurt li Belçîkayê hate mehkûmkirin, ti biryareke girtinê nehat girtin. Fransayê jî di mehên dawî de gelek koçberên Kurd radestî dewleta Tirk kir.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) diyar kir ku aktîvîstê Kurd Mehmet Kopal 9’ê Nîsana 2024’an hate dersînorkirin. CDK-F’ê ev kiryar bi tundî şermezar kir.

Beriya du hefteyan jî aktîvîstê Kurd Fîraz Korkmaz hatibû dersînorkirin û girtin.

CDK-F’ê got: “Ev dersînor encameke hevkariya di navbera rayedarên Fransî û Tirk de ye, ev yek nayê qebûlkirin û ne li gorî nirxên mirovî yên esas e.”

CDK-F’ê ragihand ku agahiyên derbarê aktîvîstekî din ê Kurd Serhat Gultekîn ku wê demek nêz were dersînorkirin, wan bi fikar dike.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Nabe ku em li hember vê bêedaletiyê bêdeng bimînin. Em ji rayedarên Fransî daxwaz dikin ku demildest dawî li van kiryarên li dijî mafên mirovan û hêmanên Komarê, bînin. Ji bo parastin û ewlehiya mafên aktîvîstên Kurd ên li Fransayê, em banga piştevaniya navneteweyî û çalakiyên lezgîn dikin. Konseya Demokratîk a Kurd a li Fransayê, girêdanbûna xwe ya bi têkoşîna mafên mirovan û edaletê re didomîne.”

LI REIMS’Ê DIJÎ

Fransa koçberên Kurd yek bi yek dersînor dike. Lê yên li dijî Kurdan dikevin hewldana sûîqestê û sûîqestê pêk tînin jî, bi ti rengî nayên darizandin.

Ji vane Zekeriya Çelîkbîlek di nava kesên sala 2017’an hewl dan li dijî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar sûîqest pêk bînin de, cih girtiye. Li gorî rojnameya Le Poînt a Fransî Çelîkbîlek li bajarê Reims dijî û bêyî ku di jiyana xwe ya rojane de guhertinekî bike, bi rengekî serbest dijî.

Dadgeha li Belçîkayê berî demeke kurt di doza sûîqestê de endamên servîsa îstixbarata Tirk Zekeriya Çelîkbîlek û Yakûp Koç mehkûmî 5 sal cezayê hepsê kiribû. Yakûp Koç ku weke berpirsê komê hate diyarkirin, reviya Tirkiyeyê û Çelîkbîlek jî li Fransayê dijî. Gelek çavkanî bal dikêşin ku Çelîkbîlek di heman demê de di îstixbarata Fransî de jî dixebite.

Rojnamevanên Fransî Gûîllaûme Perrîer û Laûre Marchand têkildarî vê yekê nûçeyeke bi sernavê “Gelo Fransa sûcên servîsa Tirk vedişêre?” weşand.