Li Fransayê hevjîna berê ya serçeteyê DAÎŞ'ê bi 'qirkirinê' hate sûcdarkirin

Sonia M. ku hevjîna berê ya yek ji damezrînerên şaneya operasyonên derve ya çeteyên DAÎŞ'ê bû, ji ber gumana kolekirina zarokeke Êzidî bi 'qirkirinê' tê sûcdarkirin û darizandin.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek nêzî dozê, dadgerê lêpirsînê biryar da, hevjîna berê ya yek ji serçeteyên DAÎŞ'ê Sonia M. a ji Sûriyeyê 'vegeriya', ji ber sûcên qirkirinê û li dijî mirovahiyê bê darizandin.

Jin a 35 salî ku li başûrê Fransayê ji dayik bû, bi yek ji damezrînerên şaneya operasyonên derve ya DAÎŞ'ê Abdulnasir Benyûsef re zewicî bû. Guman jê tê kirin ku di bihara 2015'an de li Sûriyeyê zarokeke Êzidî kiriye kole. Biryar hate dayin ku Benyûsef ji ber sûcê qirkirinê û sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin. Li gel ku tê texmînkirin ku miriye, der barê wî biryara girtinê hate dayin.

Li gorî AFP'ê di gilînameyê de hate ragihandin ku herdu hevjîn li dadgeheke cezayê giran a bi taybetî hatiye avakirin, ji ber sûcên koletiyê, girtin, êşkence, destavêtin û hevkariya li destavêtinê, her wiha ji ber zilma li dijî Êzidiyan û kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê bêne darizandin.

Jin a ku piştî ji Sûriyeyê vegeriya hate girtin, di dozên ji ber sûcên terorê dihate darizandin de şahidî kiribû.

Sûcdariyên ku li hemberî hevjînê wê yê berê Benyûsef têne kirin, bi giranî xwe dispêrin gotinên jineke Êzidî ku dema ji aliyê Abdulnasir Benyûsef ve hate kirîn 16 salî bû û niha 25 salî ye.

Jin a Êzidî anî ziman ku di bihara 2015'an de li Sûriyeyê zêdeyî mehekê hate ragirtin û bêyî destûra Sonia M. nekarî tiştekî vexwe, bixwe û xwe bişo. Her wiha ragihand ku Sonia M. tundî lê dikir û hevjînê wê jî dest avêt wê. Dadger biryar da ku Sonia M. ji ber alîkariya bi destavêtinê ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye bê darizandin.