Li Fransayê êrîşa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê kesekî gule li derdorê reşand. Tê gotin ku herî kêm 2 kes ji ber êrîşê mirine.

Doh êvarê saet derdora 20'an, li meydana Place Kleber a li navenda bajarê Strasboûrg ê Fransayê, kesekî gule li derdorê reşand. Di êrîşê de herî kêm 2 kes mirin, 11 kes birîndar bûn ku rewşa 6 ji wan giran e. Rojnameya Dernîeres Noûvelles d'Alsaceyê ragihand, ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê girtine herî kêm 4 kes mirine.

Leşkerên ku di çarçoveya Operasyona Sentînelle de wezîfeyê dikin, berdan êrîşkar, lê êrîşkar ji cihê bûyerê reviya.

Li gorî hin çavkaniyan, êrîşkar li herêma nêzî avahiya Şaredariya Strasboûrgê asê bûye.

Wezîrê Karên Hundir Chrîstoph Castaner hat Strasboûrgê û diyar kir, dosyaya êrîşkar a bûyera edlî heye.

Her çiqas êrîşkar weke sûcdarekî ji rêzê tê dîtin jî, tê gotin ku navê êrîşkar bi koda 'S' hatiye qeydkirin û ev kod nîşan dide ku meyla xwe ji bo radîkalbûnê heye. Heman kod berê ji bo endamên DAÎŞ an jî komên din ên çete hatibû bikaranîn.