Li Fransayê cezayê giran li çeteyan hate birîn ên amadekariya komkujiyê kiribûn
Li Fransayê, cezayekî giran li sê Îslamîstên tundrew hate birîn ku di dema amadekariya komkujiyê de hatibûn girtin.
Li Fransayê, cezayekî giran li sê Îslamîstên tundrew hate birîn ku di dema amadekariya komkujiyê de hatibûn girtin.
Sê kesên ji 24 heta 41 salî yên bi eslê xwe ji Bakurê Efrîkayê, li Parîsê hatin darizandin. Di encamê de ji 22 heta 30 salî cezayê girtîgehê li wan hate birîn.
Dozgeriya Antî Terorê (PNAT) xwest ku ji 20 heta 30 salî cezayê girtîgehê li wan bê birîn. Li 2 kesan 30 sal cezayê girtîgehê yê girankirî hate birîn. Li kesê sêyemîn jî li şûna 20 salan 22 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
Yek ji kesên ku 30 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, ji ber ku ne welatiyê Fransayê ye biryar hate dayin ku piştî cezayê wî temam bû bê dersînorkirin.
Sê kesên li Parîsê hatin darizandin, di encama operasyona sîber a bi navê 'Ulysse' de hatibû girtin ku operasyon ji aliyê rêxistina îstîxbarata navxweyî Dîrektoriya Ewlekariya Giştî ya Neteweyî ya Fransayê (DGSI) ve hatibû birêvebirin. Di encama agahdarkirina sîxurekî bi serçeteyên DAÎŞ'ê yên li Iraqê re têkilî danî, kesên navborî di Adara 2016'an de hatin şopandin û hate tespîtkirin ku ji bo li Fransayê komkujiyê bikin hewl dan çeka kalaşnîkovê peyda bikin.