Li Frankfûrtê qetlîama zarokan a li Til Rifatê protesto kirin
Qetlîama zarokan a li Til Rifat a Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Qetlîama zarokan a li Til Rifat a Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Qetlîama dewleta Tirk a li ser zarokên li Til Rifat a Şehbayê li bajarê Frnakfûrt ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakî bi tevlîbûna Kurdistanî, parêzvanên mafê mirovan ên Elman û rêxistinên çep saet 17:00’an bi qîrkirina dirûşman destpê kir.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û pankartên qetlîamên şermezar dikin, hatin hildan.