BI DÎMEN

Li Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan li dij tecrîdê meşiyan- NÛ BÛ

Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan. Di çalakiyan de êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin.

MEŞA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Di çalakiyan de êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin.

FRANKFÛRT

Kurdistanî û dostên wan ên li Frankfûrtê li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stasyona trenê ya navendî li hev civiyan.

Di çalakiya ku gelek pêkhateyên saziyan tevlî bûn de şert û mercên giran ên tecrîdê hatin protetoskirin. Girseyê li pêş Frankfûrt Hauptbahnhofê bi daxuyaniyekî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyaman da û bang li CPT û raya giştî ya Ewropayê kirin.

DUÎSBÛRG

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li bajarê Duîsbûrg ê Elmanyayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin.

Di konê ku ji aliyê DKTM û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel a Duîsbûrgê ve hat vekirin de belavok û pirtûkçeyên Abdullah Ocalan ên bi zimanên cuda hatin belavkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel a Duîsbûrgê ve hat kirin de wiha hate gotin: “Em sîstema tecrîd û êşkenceyê ku 20 sal in bênavber li Îmraliyê dewam dike, qebûl nakin û bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo rewşa Abdullah Ocalan helwesteke zelal bigirin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Abdullah Ocalan 26 sal in di bin sîstema tecrîd êşkenceya Îmraliyê de di hucreya yek kesî de tê girtin. Parêzer û malbata wî bi tu awayî nikarin agahî jê bigirin. 4 sal in tu peyam jê nehatiye girtin. Têkiliya wî bi cîhana ji derve re hatiye qutkirin û tu agahî derbarê tenduristî û jiyana wî nîne. Abdullah Ocalan ê 75 salî 26 sal in di bin tecrîdê de rastî êşkenceyên bi zalîm tê. 38 meh in derbarê tenduristiya wî de agahî nayê girtin û nayê zanîn bê ka niha li ku derê ye û rewşa wî ya fîzîkî çawa ye. Fikara gelê Kurd di asta herî jor de ye û sebra wan nemaye. Bi milyonan kes dixwazin dawî li vê sîstema êşkence û tecrîdê bê anîn. CPT’yê bêdeng e. CPT û Konseya Ewropayê divê dev ji bêdengiya ku xîzmeta qirkirina Kurd dike, berde û guh bide dengê bi milyonan Kurdan. Em daxwaz dikin ku CPT bêyî hincet serdana Îmraliyê bike û derbarê rewşa Abdullah Ocalan de demildest agahî bdie. Her wiha em dixwazin Konseya Ewroayê demildest bikeve tevgerê.”

BREMEN

Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Bremenê jî tecrîd û êrîşa faşîst a li dijî nobeta azadiyê ya li Strasboûrgê protesto kir.

Di protestoyê de ku li pêşiya Parlementoya Eyaleta Bremen ê Elmanyayê hat lidarxistin, tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin protesto kirin û bal kişandin ser girêdana êrîşa faşîst a li ser nobeta azadiyê ya li Strasboûrgê.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Hoch die internationale Solidaritat (Bijî piştevaniya enternasyonal)” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.