Ji aliyê Navenda Çandê ya Elewiyan a Hochtaûnûsê, ATÎF, YDG-Frankfûrt’ê di 14’ê Çileyê de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.
Derbarê çalakiya piştgirîdayînê daxuyaniyeke kurt hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Em piştgiriyê didin çalakgeran ên ku berxwedan û têkoşîn hilbijartine. Ji ber ku têkoşîna wan a bi rûmet bi qasî ku mafê wan ên xweîfadekirina azad e, di heman demê de ji têkoşîna cîhaneke bêyî zext û zoriyan e.”
Derbarê çalakiyê li navenda bajêr a Frankfûrtê jî belavokên agahdarkirinê tên belavkirin.