'Em qetlîam, cinayet û revandinên li Efrînê ji bîr nakin'

Li Frankfûrtê bi çalakiyekê, qetlîam, tecawûz û revandinên jinan ê li Efrînê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên pêkanîn, hate protestokirin.

Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê bi çalakiyekê qetlîamên jinan, revandin, tecawûz û qetlîamên xwezayê yên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê pêkanîn, hate protestokirin.

Di çalakiyê de qetlîamên jinan weke polîtîk hate diyarkirin, bêdengiya partî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên navneteweyî bi meşekê protesto kirin.

Çalakî li HBF’ê dest pê kir û li Haûptwacheyê bi mitîngekê bi dawî bû.

Di çalakiyê de li ser hev dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” hate berzkirin.