BI DÎMEN

Li Frankfûrt û Hagenê li ser tecrîdê civîna gel hat lidarxistin

Li bajarên Frankfûrt û Hagen ên Elmanyayê li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civînên gel hatin lidarxistin.

Di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku ji meha Cotmehê ve li seranserê cîhanê tê meşandin, Kurdistaniyên li Frankfûrtê dijîn, li Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk a Hanauyê hatin gel hev.

Di civînê de geşedanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ên der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 3 sal in agahî jê nayê girtin jî hatin nirxandin.

Di civînê de banga tevlîbûna meşa mezin a 17’ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin jî hate kirin.

Siyasetmedar Kemal Aktaş di civîna ku nêzî 150 Kurdistanî lê amade bûn axivî û diyar kir ku rêya aştiyê ya li Kurdistanê û azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.

Bi heman armancê li Hagenê civînek hat lidarxistin. Di civîna ku Dîlek Ocalan weke axaftvan beşdar bû, li ser tecrîd û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxandin hatin kirin. Di civîna li Hagenê de banga tevlîbûna xurt a meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê hate kirin.