Li Fînlandiyayê çalakiya piştevaniya bi grevên birçîbûnê re

Li Helsînkiyê, bi armanca piştevaniya bi girtiyên siyasî yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bipêkirinên li girtîgehan ketine grevê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin e.

Li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê bi armanca piştevaniya bi berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan 27’ê Mijdara 2020’ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger kirin e.

Greva birçîbûnê ya ku 8’ê Çileyê bi koma 5 kesî destpê kirî, îro bi komek 7 kesî hate dewrgirtin. Greva birçîbûnê wê 3 rojan dom bike û wê roja Yekşemê bi dawî bibe.