Li Ewûstralyayê dosyeya Kurd pêşkêşî HRW’yê hate kirin

Şandeyek Kurdên li Ewûstralyayê dosyeya ku têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd pêşkêşî nûnertiya Rêxisitna Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW).

Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewûstûryayê Îsmet Taştan û Hevberdevka Navenda Civaka Demokratîk Mîra Îbrahîm li gel berdevka giştî ya şaxê Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Ewûtralyayê Elîne Pearson re civiyan.

Şandeya Kurd dosyeyekî têkildarî binpêkirinên mafan yên li dijî gelê Kurd radestî HRW’yê kir. Di dosyeyê de qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker, komkujiyên li dijî sivîlan, bi darê zorê valekirina gundan û komkujiyên li dijî xwezayê tê kirin.

Şandeyê nerazîbûn nîşanî dagirkerina Efrînê ya ji aliyê dewelta Tirk ve, sûcên şer ên li Efrînê kirîn, guhertina demografiya herêmê, êşkence, revandin, înfaz, talankirina malan û desteserkirina wan, dan.

Di dosyeyê de agahiyên têkildarî zextên dewleta Tirk ên li ser siyasetmedarên Krud, li dijî rêveberên HDP’ê, kesên hatine hilbijaritn, wekîl û destgîrkirin û girtina alîgirên HDP’ê jî cih digre. Şandeyê herî dawî di mijara tundiya polîsan a li dijî hevşaredarên Giyadinê jî agahî dan.