Li Ewropayê xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê tê derketin
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Li gelek bajarên welatên Ewropayê xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê tê derketin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Li gelek bajarên welatên Ewropayê xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê tê derketin.
Li gelek bajar û welatên Ewropayê Kurd dadikevin qadan û xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derdikevin.
KOPENHAG
Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye, ji bo xwedîlêderketina çalakiya greva birçîbûnê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Çalakgeran di meşê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê û slogan berz kirin.
Di çalakiyê de bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê hate şermezarkirin.
Di mîtîngê de li ser navê Partiya Enhedslîstenê Îbrahîm Benlî axivî. Benlî diyar kir ku ji bo dengê çalakgeran were bihîstin ew di nav hewldanan de ne.
SOLOTHÛRN
Li bajarê Solothûrnê yê Swîsreyê jî bi tûreke bisîkletê bal hate kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.
Li qada 1’ê Gulanê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hate kirin. Di axaftinê de hate diyarkirin ku “Bêdengiya saziyên navneteweyî li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in û ev bêdengî nayê qebûlkirin.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê ji bo balkişandina berxwedana grevên birçîbûnê standa agahdarkirinê hate vekirin. Stand wê 3 rojan vekirî be. Di standê de derbarê çalakiya greva birçîbûnê agahdarî tê kirin.
ATÎNA
Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye ji bo balkişandina berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyeke bêdeng hate lidarxistin.
Ciwanan Kurd û Tirkiyeyî êlegên spî li xwe kirin û diyar kirin ku çalakiya greva birçîbûnê hatiye asteke krîtîk. Di çalakiyê de belavok jî hate belavkirin.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi mîtîngekê xwedî li çalakiya greva birçîbûnê hate derketin.
Di çalakiyê de pankart hate vekirin a ku wêneyên berxwedêrên grevên birçîbûnê li ser wê heye.
Çalakgera Elmanyayê Anja Flach di mîtîngê de axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin.
PARÎS
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye Kurdan ji bo balkişandina ser tecrîda li ser Ocalan û ji bo berxwedana greva birçîbûnê çalakiyek li dar xistin.
Çalakî li Qada Repûblîqûeyê ya Fransayê hate kirin.
Di çalakiyê de êrîşa li ser çalakgerên a li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de bang hate kirin ku ji bo kampanyaya îmzeyan a Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê divê tevlêbûneke xurt were kirin.
Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.