Li Ewropayê şahiya 15’ê Tebaxê
Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê li gelek navendên Ewropayê hate pîrozkirin.
Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê li gelek navendên Ewropayê hate pîrozkirin.
LONDON
Li paytexta Îngilistan Londonê bi wesîleya Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de govend hate gerandin û dirûşme hatin berzkirin. Peyama “Em ê bi ruhê gerîla û Fermandar Egîd Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin” hate dayîn.
Meclîsa Gelê Kurd a Londonê bi boneya salvegera 40’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li Parka Bull Lane şahiyeke girseyî lidar xist. Ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û piştre şahî destpê kir. Tevlîbûneke zêde ji şahiyê re çêbû.
Ciwan bi cil û bergên gerîla û jin jî bi cil û bergên herêmî beşdarî şahiyê bûn û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Gerîla” hatin berzkirin.
Posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mahsun Korkmaz (Egîd) li qadê hatin daliqandin. Li dora qadê jî alên YPG, YPJ, PJAK û PAJK’ê û flamayên Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Ji Meclîsa Gelê Kurd Hamza Amed axaftina vekirinê kir û anî ziman ku di çalakiya 15’ê Tebaxê de Fermandar Egîd bi guleya destpêkê li hemû cîhanê, bi reng û felsefeya Rêber Apo pêvajoya vejînê ya gelê Kurd da destpêkirin.
Piştre li ser navê Komuna Ciwanan a Kînda Zîn, Sîdar Tetwan axivî û soza serketinê ya li ser esasê paradîgmaya Abdullah Ocalan da.
Di axaftina li ser navê Tevgera Şoreşa Yekbûyî jî hatî kirin de soz hate dayîn ku ruhê 15’ê Tebaxê bi şoreşa yekbûyî wê were tacîdarkirin.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyan jî Turkan Bûdak ev tişt got: “Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad dibe, em nûbûnên di şerê xwe de hîn mezintir bikin. Em cejna vejînê car din li Rêber Apo, lehengên şoreşa Kurdistanê, hemû jin û gelên azadîxwaz pîroz dikin.”
Bi stranên hunermend Zozan Zudem, Mîr Serhed û Merwan Şan jî girseyê govend gerand. Di şahiyê de helbest hatin xwendin û ji bo zarokan merasîmên taybet hatin lidarxistin.
QIBRIS
Kurdistanî û dostên wan ên li Qibrisê, Pêngava 15’ê Tebaxê li Troodos a li sînorê Lîmasoê pîroz kirin.
Ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û piştre Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê axivî. Serhat ev tişt got: “Em ê li ser rêya Rêber Apo bimeşin. Pêngava 15’ê Tebaxê kûrahiyek qezenc kir û berfireh bû.”
Piştî axaftinê Koma Muzîkê Teofîlos derket ser dikê. Li ber stranan govend hate gerandin.
HAMBURG
Salvegera 40’an a têkoşîna çekdarî ya 15’ê Tebaxê, li Hamburgê bi girseyî hate pîrozkirin.
Şahi li Inselpark a ku yek ji parkên herî mezin a bajêr e, hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî beşdarî şahiyê bûn. Ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê FED-DEM’ê Cuma Ozdogan axivî û got ku gelê Kurd yekîtiya xwe xurt kiriye û bersiva xiyaneta malbata Barzanî daye. Ozdogan bang li PDK’ê kir ku dest ji xiyanetê berde.
Şahiya 15’ê Tebaxê bi gerandina govendê, tilîlî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, bi organîzasyona Meclîsa Gelê Herêmê û Meclîsa Jinan Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Di şexsê Mahsum Korkmaz (Egîd) û Engîn Sîncer (Erdal) de hemû şehîd hatin bîranîn.
Murşîde Oltan axivî û Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr anî. Oltan anî ziman ku 15’ê Tebaxê qedera gelê Kurd diyar kiriye. Oltan bang li her kesê kir ku xwedî li gerîla derbikevin.
BERLÎN
Li ser banga hevpar a Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlînê ji bo pîrozkirina pêngava 15’ê Tebaxê û zindîkirina çanda Kurdî di 18’ê Tebaxê roja Yekşemê li Berlînê mîhrîcan hat lidarxistin.
Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Hevserokê NAV Berlînê Huseyîn Yilmaz di mîhrîcanê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê û guleya yekem. Yilmaz anî ziman ku ev gule îlham daye gelê Kurd û got, “Ger îro hemû cîhan gelê Kurd nas dike, bi saya îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan e û em deyndarê wan in. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger nebe, em nikarin bibêjin em azad in.”
Hunermendên wek Bengî Agirî, Soner Soyer, Simurg, Neshwan Harikî û Mîrxan beşdarî mîhrîcanê bûn. Hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê bi stran û dengên xwe reng dan mîhrîcanê. Di mîhrîcanê de ji aliyekî govend hat gerandin li aliyê din jî ciwanên TCŞ Berlînê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan nasandin. Ji bilî standên xwarinên cuda, pirtûka nivîskara Kurd Meral Şîmşek jî hat nasandin.
Dîlber Çiray helbesta Şoreşê Uzîmî ya bi navê "15'ê Tebax" ku di 15'ê Tebaxa 2014'an de hatiye nivîsandin, xwend.
HELSINGBORG
Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê li bajarê Helsinborg ê Swîsreyê hate pîrozkirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Skane, Kurd hatin ba hev û sala 40’an a pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Şahî ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên hatin kirin de qala girîngiya 15’ê Tebaxê ya ji bo têkoşîna Kurdistanê hate kirin.
Piştî axaftinan, hunermendên herêmî stran gotin û govend hate gerandin.
DEN HAAG
Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Gelek welatparêzên Kurd û dostên wan beşdarî şahiyê bûn û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Gerîla” berz kirin.
Di axaftinên hatin kirin de qala girîngiya 15’ê Tebaxê ya di dîroka Kurdan de hate kirin û bang hate kirin ku her kes hîn zêdetir xwedî li têkoşînê derbikeve.