Li Ewropayê qetilkirina rojnamevanên jin hatin şermezarkirin
Qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi banga DEM KURD, qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku ji aliyê dewleta Tirka a faşîst ve li Silêmaniyê hatin qetilkirin, li pêşiya Konsolosxaneya Iraqê hate protestokirin.
Hevserokê Civaka Azad Ehmed Zîrek di çalakiyê de axivî û wiha got: “Du xebatkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Ev plana qirkirin û îmhayê ye. Armanca wan ew e ku gelê Kurd û jinên Kurd tine bikin. Têkoşîna me wê li hemberî van êrîşan berdewam bike.”
Piştî axaftina Zîrek daxuyaniya bi zimanê Elmanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin, “Dev ji piştgiriya polîtîkaya şer a Tirkiyeyê berdin û komkujiyên li dijî Kurdan rawestînin.”
Bi berdewamî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her kesê ku bêdeng bimîne şirîkê vê komkujiyê ye ku dewleta Awûstûryayê jî di nav de.”
Her wiha di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî bajarên Kurdan rawestînin” hate hilgirtin. Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Piştevaniya navneteweyî” bi dawî bû.
HAMBURG
Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku di encama êrîşa dewleta Tirk a bi SÎHA’yê li Silêmaniyê hatin qetilkirin, li Hamburgê mitînga protestoyî hat lidarxistin.
Mitînga ku li pêşiya Hamburg HBF’ê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hamburgê ve hat lidarxistin. Nivîskar û aktivîsê mafên jinan a Elman Anja Flach di mitîngê de axivî û got ku du rojnamevanên jin bi zanebûn hatine qetilkirin. Flach diyar kir ku rojnamevanên jin bi salan in ji bo heqîqetê bigihînin têdikoşin û anî ziman ku êrîş di heman demê de li dijî vîna jina azad hatiye kirin.
Parlementera Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr jî diyar kir ku komkujiya li dijî rojnamevanên jin nayê qebûlkirin û got ku di vê komkujiyê de welatên Rojavayî ku her curê alîkariya aborî û leşkerî didin Erdogan şirîkê sûc in.
ARNHEM
Ji bo rojnamevanên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin li bajarê Arnhem ê Hollandayê çalakî hat kirin. Di çalakiyê de dewleta Tirk û hevkarê wî PDK hat şermezarkirin.