Li Ewropayê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê- HATE NÛKIRIN

Salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

Bi boneya salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

DÛÎSBÛRG

Salvegera 15’ê Tebaxê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi çalakiyeke hat pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Dûîsbûrgê (DTKM) ve li Parka Stadt ya taxa Dûîsbûrg-Meîdreîchê hat lidarxistin.

Cihê pîrozbahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mahsum Korkmaz hate xemilandin. Di pîrozbahiyê de axaftinên li ser girîngiya rojê hatin kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

BENSHEÎM

Kurdistaniyên li bajarê Bensheîmê ê Elmanyayê û bajarên derdor, salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi gerandina govendê pêşwazî kirin.

Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Bensheîmê û FCDK-KAWA axaftin kirin. Di axaftinan de hat diyar kirin ku ruhê 15’ê Tebaxê Kurd gihandine heta roja îro û wiha hate gotin: “Di qonaxa herî krîtîk a dîrokê de divê em Kurd bi ruhê hevgirtinê werin ba hev û xwedî li nirxên xwe derbikevin.”

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanayayê jî sînevîzyona li ser Pêngava 15’ê Tebaxê hate temaşekirin. Piştre hunermend Garîp Nûrhak, Sedat û Bajer û Hozan Sîmar derktin ser dikê. Girse gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “15’ê Tebaxê pîroz be” avêtin.

LÛZERN

Kurdistaniyên ku li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin ba hev, Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Pîrozbahî di şexsê Fermandar Egîd de ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokê CDK-L Mûlla Şahîn axaftinek kurt kir û wiha got: “Îro ji bo me rojeke pir girîng e. Em vê rojê destpêkê li Rêber Apo û hemû helê Kurdistanê pîroz dikin. Pergala kapîtalîst ji bo bikeve her derê, xwe mezin bike û li wir bi cih bibe, her tiştê kir. Me tune hesibandin. Rêber Apo li dijî vê pergalê ji nû ve hebûna me diyarî me kir. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de Fermandar Egîd bi avêtina guleya ewil got, ‘Em vê pergalê qebûl nakin’. Di rojeke wiha de divê hemû gelê Kurdistanê xwedî li xwe derbikeve û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne.”

Piştî axaftinan govend hat gerandin û girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Fermandar Egîd dijî, PKK têdikoşe” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

DEN HAAG

Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Den Haag a Hollandayê jî bi sînevîzyon, axaftin û govendê hat pîrozkirin. Pîrozbahî li DKTM’ê a Den Haagê hat lidarxistin.

MANNHEÎM

Kurdistaniyên li bajarê Mannheîm a Elmanyayê, salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyeke pîrozkirin.

Gelek Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Mannheîmê û bajarên derdor beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de bi stranên Hozan Kawa govend hat gerandin.