Li Ewropayê ji bo Ocalan çalakî hatin kirin-NÛ BÛ

Piştî agahiya ku li Girava Îmralî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên din lê tên girtin şewat derketiye û şûnde li dehan bajarên Ewropayê Kurd û dostên xwe daketin qadan.

Li Swîsreyê saet 17:00 hemwext li Stockholm, Goteborg, Malmo, Helsînborgê ji bo Ocalan çalakî hatin kirin.

SWÊD-STOCKHOLm

Di xwepêşandan li Stockholmê hate kirin li ser navê Meclîsa Jinan a Amara Carolîna Farraj axivî û diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan ji rewşa Ocalan a li Îmraliyê bi fikar in. Farraj got: “Em ji rewş û tenduristiya Ocalan bi fikar û metirsîdar in. Em tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û daxwaza rakirina tecrîdê dikin.

Hevserokê Navenda Civak Kurd a Demokratîk a Swêdê Ridvan Altûn ê ji ANF’ê re axivî jî got: “Bi milyonan kes li benda agahiyeke ku ji Îmraliyê bê girtine. Nîandana dewleta Tirk û çapemeniya wê ya şewata li Îmraliyê weke ji rêzê nayê qebûlkirin. Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û hevdîtin li gel malbatên wan bên kirin.”

OBERHAUSEN

Bi heman armancê li bajarê Oberhaûsen ê Elmanyayê jî li pêşiya gara trenê saet 17:00’an bi sedan kes ji bo hevdîtin bi Ocalan re pêk bê çalakiyek kirin. Di daxuyaniya hate dayîn de bal kişandin ser fikarên piştî şewata li Îmraliyê ya derbarê Ocalan û girtiyên din ên li giravê. Her wiha bang li Konseya Ewropa û CPT’ê hate kirin ku bi erka xwe rabe. Dîe Lînke Elmaya, MKPD û komên antîfaşîst piştgirî dan çalakiyê.

DORTMÛND

Bi dehan kesên li Dortmûndê jî hatin ba hev daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re kirin. Di çalakiyê de belavokên balê dikişîne ser rewşa Ocalan hatin belavkirin.

STUTTGART

Kurdistaniyên li Stûttgartê hatin ba hev bal kişandin ku ji rewşa Ocalan bi fikar in. Di daxuyaniya hate dayîn gumanên têkildarî şewatê hate ragihandin û diyar kir ku ji rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi metirsîdar in. Hate gotin ku heta agahiyek zelal ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

DUSSELDORF

Nêzî sed welatiyên li Duseldorfê hatin ba hev dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re qîrkirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa Ocalan û banga hestyariyê kirin. Bang kir ku roja Înê heman saetê wê dîsa çalakî bê kirin.

NURNBERG

Li pêşiya gara trenê ya navenda Nurnbergê jî ji bo Ocalan çalakiyek hate kirin û dewleta Tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyê de bang li saziyên Ewropayê hate kirin ku tavilê bikevin tevgerê. Her wiha di çalakiyê de pankarteke ku daxwaza azadiya Ocalan tê kirin jî hate vekirin û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re jî hatin qîrkirin. Her wiha banga seferberiyê li gelê Kurd û dostên wan hatin kirin.

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanayê jî Kurdistanî daketin qadan û ji bo rewşa Ocalan banga hestyariyê kirin. Di çalakiyê de dirûşmên dewleta Tirk şermezar dike hatin qîrkirin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li ser OCalan hate dayîn.

YEWNANISTAN-LAVRÎOV

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê Kurd ji bo Ocalan daketin qadan û meşek kirin. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin qîrkirin. Di çalakiyê de li ser navê çalakvanan Bûrha Karakoç daxuyaniyek da û bal kişand ku divê dewleta Tirk vê yekê bizane ku hest, mejî û siberoja gelê Kurd Îmraliye û got: “Rêber Apo xeta me ya sor e.”

FRANSA-MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bi heman armancê çalakiyek hate kirin. Çalakiya li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê hate kirin, daxwaza azadiya Ocalan hate kirin. Di belavoka bi zimanê Fransî hate xwendin bang li CPT hate kirin ku bikeve tevgerê. Di dawiya çalakiyê de banga tevlbûna çalakiya ku roja Şemiyê bê lidarxistin jî kir.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) li pêşiya Strasbourg Saint Denis kemeri çalakiyek hate kirin. Li vir li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Fransa Necmettîn Demîrkapi û Federasyona Elewiyên Demokratîk (REDA) Şahîn Polat axivîn. Di axaftinan de ji jiyan û tenduristiya Ocalan dewleta Tirk berpirs hate nîşandan. Bang li welatên Ewropa û saziyên peywendîdar hate kirin ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.

HILDESHEIM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî saet 18:00’an têkildarî rewşa Ocalan li pêşiya gara trenê çalakiyek hate kirin. Di axaftinên li ser nvaê Komuna Şehîd Meryem hate kirin de ji şewata li Îmraliyê rejîma AKP’ê berpirs hate nîşandan. Di çalakiyê de bang li CPT û Konseya Ewropayê hate kirin ku bi erka xwe rabin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

HOLLANDA-DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Elmanyayê bi heman armancê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan û pankarta bi nivîsa ‘Tecrîdê bişkînin, tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye, ji Ocalan re azadî’ hate vekirin. Çalakiya ku li pêşiya avaiya Wezareta Karê Hundir hate kirin, dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin.

SWÎSRE-BERN

Kurdistaniyên li Bernê jî daketin qadan bikarên xwe yên têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman. Siyasetmedarê Kurd Nejat Atalay got: "Em ji jiyana Birêz Ocalan bi fikar in. Heta ku parêzer an jî heyetek hevdîtinê bi Ocalan re pêk neîne, em Kurdistanî wê her rojê li qadan û di nava çalakiyan de bin." Di dawiya Çalakiyê de ji bo çalakiya ku wê 29'ê Sibatê roja Şemiyê li Zurîh Helvetîaplatz saet 14:00'an bê kirin jî banga tevlîbûnê hate kirin.

CENEVRE

Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajar bi panktaa 'Eger tiştek bi Ocalan bê em ê cîhanê hilweşînin' çalakiyek hate kirin û balavokek bi zimanê Fransî hate xwendin. Li ser mudaxeleya polîsan çalakvan ketin stasyona trenê û li vir di çaçoveya çalakiya bêîtîhatiya sivîl meşek kirin. 

BASEL

Bi heman armancê li Baselê jî li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajar çalakiyek hate kirin.