Li Ewropayê çalakiyên protestokirina Qirkirina Êzidiyan
Li gelek bajarên Ewropayê, bi boneya salvegera 9’emîn a qirkirina Êzidiyan, yên qirkirî hatin bibîranîn û daxwaza naskirina xweseriya Şengalê hat kirin.
Li gelek bajarên Ewropayê, bi boneya salvegera 9’emîn a qirkirina Êzidiyan, yên qirkirî hatin bibîranîn û daxwaza naskirina xweseriya Şengalê hat kirin.
Bi boneya salvegera fermana Êzidiyan a 3’yê Tebaxa sala 2014’an, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
STOCKHOLM
Bi boneya salvegera 9’emîn a Qirkirina Êzidiyan, li Stockholma paytexta Swêde çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Girseya bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclisa Jinan a Amarayê ji bo şermezarkirina Qirkirina Êzidiyan li hev civiya, bi nîşandaneke li ser hovîtiya li jinên Şengalê hatiye kirin, qirkirin hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de belavok li ser qirkirinê hatin xwendin û belavkirin. Bi pankart û berzkirina dirûşmeyan hat destnîşankirin ku trawmaya qirkirinê berdewam e û ji bi sedan jinên hatine revandin hêj tu agahî nehatiye girtin.
Di çalakiyê de bang li dewleta Swêdê hat kirin ku, fermana ku DAÎŞ’ê li Şengalê rakiriye, wek qirkirin nas bike.
Daxwazên din jî wiha hatin rêzbirêzkirin:
• Bila NY û hikumeta Iraqê qada hewayî ya Şengalê demildest li dewleta Tirk bigirin.
Bila peymana 9’ê Cotmeha 2022’yan ku Iraq, PDK û Tirkiyeyê di nav hev de îmze kiriye, bi navbeynkariya NY’yê betal bibe.
Bila Êzîdxan di Makezagona Iraqê de wek cihekê pîroz bê qebûlkirin û wek herêmeke xweser bê parastin.
VIYANA
Li Viyanayê ku paytexta Awûstûryayê ye, ji bo şermezarkirina jenosîda li Şengalê û xwedî derketina li Şengalê çalakî hat lidarxistin.
Çalakî ku li ser rêya Mariahilferstraße’yê hat lidarxistin, bi rêzgirtina ji bo qirkiriyên li Şengalê dest pê bû. Bi daxuyaniyên hatin xwendin û belavkirin îşaret Qirkirina 3’yê Tebaxê û gef û gurên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hat kirin û daxwaza naskirina xweseriya Şengalê hat kirin.
DARMSTADT
Bi boneya salvegera 9’emîn a Qirkirina Şengalê li Darmstadtê ku bajarekê Elmanyayê ye, mîtîngeke protestoyî hat lidarxistin. Çalakî li Luisenplatzê bi rêzgirtina ji bo yên DAÎŞ’ê ew li Şengalê qetil kirine, dest pê bû. Bi axavtinên hatin kirin hat bibîrxistin ku 3’yê Tebaxa sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê û dewletên ku hevkarên wan in, bi hezaran Êzidiyên ji parastinê bêpar bi awayekê hovane hatine qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatine revandin. 9 sal di ser qirkirinê re buhurîne lê ji piraniya wan hêj tu agahî nehatiye girtin.
Her wiha hat diyarkirin ku divê xweseriya Şengalê bê naskirin.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheîm ya Elmanyayê jî bi boneya salvegera 9’emîn a komkujiya Şengalê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiya ku li Paradeplatzê hat lidarxistin de, Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Mannheîmê axivî û diyar kir ku êrîşên li dijî gelê Êzidî di heman demê de li dijî hemû mirovahiyê ye û banga, “Bi lezgîn Şengalê nas bikin” kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Kujer DAÎŞ-Erdogan” bi dawî bû.
BERN
Kurdistanî bi boneya salvegera komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an ku li dijî civaka Êzidiyan pêk hat, li bajarê Bern yê Swîsreyê li hev civiyan.
Li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Songul Çelîk axivî û wiha got: “Em jenosîda li ser gelê Şengalê qebûl nakin. Ev jenosîd zincîra ku tê xwestin li jiyana azad bê xistin e. Gelê Şengalê ji wê demê û vir ve nimûneya berxwedaneke muezem raber kirin.”
Li ser navê KOMAW’ê jî Saadet Kûran mafê axaftinê girt û êrîşa li ser civaka Êzidî şermzar kir û got: “Em ê bi ruhê berxwedana şehîdên xwe li ser rêya wan biçin.”
Hevserokê Meclîsa Şehîd Atakan Mahîr a Bernê Burhan Karakoç jî wiha got: “Şengal nimûneya berxwedaneke bêhempa raber kir. Dewleta Tirk ji bo vê berxwedanê veguherîne qetlîamê, her tiştî kir. Em vê zilma li ser Şengalê şermezar kir. Ev berxwedan wê mezin bibe û teqez hesabê qirkirinê bê pirsîn.”
KIEL
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi boneya salvegera Qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxê mîtînga protestoyî hat lidarxistin.
Mîtîng bi pêşengiya Jiyan Jin bi beşdarbûna Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DTKM) û Defend Kurdistan, li qada herî qelebalix a bajêr Eûropaplatzê hat lidarxistin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê Defen Kurdistan Jonas H. axaftinek kir û wiha got: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî gelê Êzidî yê Şengalê kir. Faşîstên Îslamî bi hezaran Êzidî qetil kirin, bi hezaran jinên Kurd revandin û tecawîz kirin û bi hezaran jin jî weke kole li bazaran firotin. Dewleta Tirk îro jî bi piştgiriya NATO’yê li Şengalê bi êrîşên hewayî komkujiyan dike.”
Li ser navê Jiyan Jın Jana D. axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û wiha berdewam kir: “Bi êrîşên 2014’an re hêzên YPJ û YPG’ê korîdora ewlehiyê ava kirin û bi hezaran Êzidî şandin Rojava, herêmên ewle û rê li ber komkujiyan girtin. Gelê Şengalê îro bi piştgiriya YPG û YPJ’ê hêzên xwe yên parastina cewherî ava dike û hewl dide ji bo gelê Êzidî yên ku neçar mane ji Şengalê derkevin û vegerin malên xwe, cihekî bi ewle ava bikin. Ji bo gelê Êzidî bi ewle vegerin malên xwe, pêwîstiya wan bi piştgirya me hemûyan heye. Di heman demê de hemû welatên Ewropayê divê rê li ber êrîşên dewleta Tirk bigirin.”
Mîtîng bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi boneya salvegera fermana Êzidiyan a 3’yê Tebaxa sala 2014’an, mitînga protestoyî hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ku bi pêşengiya Hevgirtina Ciwanên Êzidî û Meclîsa Jinê ya Sêvê li Markplatzê li ber Parlementoya Eyaleya Bremenê li hev civiyan, banga piştevaniya enternasyonalîst kirin.
Kurdistanî û dostên wan pankartên bi nivîsa “Jin, jiyan, azadî”, “Die Freiheit der Frauen von Shengal ist die Freiheit der Menscheit (Li Şenaglê azadiya jinan azadiya mirovahyê ye) vekirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Schloss mit der Massacre in Shengal, Hoch die internationale Solidarität”,“Selbstbestimmt gegen Feminizid Statüs für Shengal“ hatin berzkirin.
SAARBRUCKEN
Qirkirina Êzidiyan ku çeteyên DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa sala 2014’an li Şengalê kir, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi mîtîngekê hat protestokirin.
Mîtîng ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbruckenê û Siwana Meclisa Êzidiyan ve li ber Europa Galerieyê hat lidarxistin.
Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê bû. Alên Êzîdxan, YPG, YPJ, YJŞ û gelek alên din ên Kurdistanî û pankart û dowîz ji bo protestokirina fermanê hatin hildan. Di axavtinên li mîtîngê hatin kirin de, li dijî yên Êzidî qir kirine û pêçiya wan di çêbûna qirkirinê de heye, dirûşme hatin berzkirin. Qirkirin hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku neh sal bi ser qirkirinê ketiye lê hêj yên wenda hene û ji bo dîtina wan têr hewila nayê dayîn. Hat destnîşankirin ku ji bo cardin ferman li Êzidiyan ranebin, divê Êzidxan di nava Kurdistanê de cihekê xweser be.
Dirûşme hatin berzkirin û mîtîng qediya.
PARÎS
Salvegera 9’emîn a Qirkirina Şengalê ku wek Fermana 73’yemîn a Êzîdxanê tê nirxandin, li banliyoya Evry ya Parîsê hat protestokirin. Yên li ber xwe dane û bûne şehîd, hatin bibîranîn û DAÎŞ û PDK ku hişt qetlîam çê bibe, hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Şengal hicreya azad a Kurdistanê ye ku maye. Nîşaneya rastiya Kurdên berxwedêr e; li ber xwe dide û xwebûna xwe de bi israr e. Nabe ku Şengalê terkê wijdanê alema selefî ya li Rojhilata Navîn bê kirin. Hêzên dinyayê dengê xwe ji vê Fermana 73’yemîn re dengê xwe nekir. Ku dixwazin deynê xwe yê wijdanî û exlaqî bidin, divê statuya Şengalê nas bikin.’’
Şengal’in şu anda ise DAİŞ zihniyetli Türk faşizminin yeni bir soykırım tehdidi altında olduğuna işaret edilen açıklamada, “KDP’nin ihanet anlaşmaları, Şengal’i Irak güçlerine ve TC barbarlığına teslim etmek istemektedir. Şengal özgürleşmeden hiçbir Kürt ve Kurdistan özgürleşemez” vurgusu yapıldı.
Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana Şengalê’’ û ‘’Şehîd namirin’’ hatin berzkirin.
STÛTTGART
Qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxa sala 2014’an ku çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê kir, li qada Schlossplatz/Kobanê ya li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi mîtîngekê hat protestokirin.
Mîtînga protestoyî, bi banga Yekitiya Jinên Kurd li Ewropayê (YJK-E) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN), bi tevlêbûna Kurdistanî û saziyên şoreşger ên Tirkiyeyî û Elman bi awayekê girseyî hat lidarxistin.
Şengal/Êzidî Soykırımı’nı kınayan sözler ve görüntüleyen büyük pankartların yanı sıra, Jin Jiyan Azadî, YPG, YPJ ve benzeri flamalar taşındı. Ayrıca iki genç kadın siyah hicap giyerek DAİŞ çeteleri tarafından kaçırılan Êzidî kadınlara dikkat çekti.
Qirkirina Êzidiy
Li mîtîngê bi Elmanî behsa Qirkirina Şengalê ji xelkê bajêr re hat kirin. Bi pişt re daxuyaniya Tevgera Jinên Êzidî hat xwendîn û wiha hat gotin: ‘’3’yê Tebaxê ji bo me tevan roja şînê ye.’’
Jinên ciwan û zarokan ji bo bibîranîna şehîdên Şengalê find li ber pankartan vêxistin. Di hemû axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku qirkirina li Şengalê hatiye kirin, qirkirineke ku li hemû mirovahiyê û jinan hatiye kirin û nabe ku mirov qebûl bike. Rexne li NATO’yê hat kirin ku çima dewleta Tirk hêj jî bi armanca îmhakirinê êrîşê xelkê dike û bêdengiya dewletên ku endamên NATO’yê ne şermezar kir.
Dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hat berzkirin û mîtîng qediya.
HAMBÛRG
Li Hambûrgê jî çalakî hat lidarxistin. Siyasetmedar Selma Irmak ku li Altonayê axivî, got ku ji bo cardin hovîtiyeke wiha çê nebe, divê statuya Êzidiyan çêbibe. Selma Irmak bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Qetilkirina Êzidiyan qetilek e ku li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin. Dewletên dengê xwe ji qirkirinê re nekirine bi qasê DAÎŞ’ê gunehkar in. Ji bo cardin em van êşan nekişînin, divê em yekitiya xwe xurttir bikin.
Danezan bi Elmanî hat xwendin. Di danezanê hat gotin ku jenosîda li dijî Êzidiyan hatiye kirin, di heman demê de ku sûcek e ku li dijî jinan hatiye kirin.
Li mîtîngê, wêneyên kesên di qirkirinê de hatin qetilkirin hatin parvekirin û bêyî sekin dirûşmeya ‘’Bijî berxwedana Şengalê’’ hat berzkirin.
DEN HAAG
Bi boneya salvegera 9’emîn a Qirkirina Êzidiyan, li bajarê Den Haag yê Hollandayê jî çalakiya protestoyî hat lidarxistin.
Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jinan daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Saleke din li ser Fermana 74’an a li ser gelê Êzidî ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê bi dagirkirina DAÎŞ‘ê re dest pê kir, derbas bû. Ji bo civaka Êzidi ew dîrok heta îro jî dîrokek tijî tirs û terorê ye, bi zext, çewisandin, destavêtin, koletî û kuştinê tê naskirin. Em weke Rêxistineke Sêwana Jinên Êzidî, em bi hev re li kêleka gelê xwe ne ku ji bo Êzidiyan edalet, wekhevî û azadiyê, her wiha ji bo hemû kêmneteweyên din ên bindest radibin ser piyan. Bûyerên 9 salên dawî yên li Şengalê di civaka me de birînên kûr hiştin, lê em bi biryar in ku pêşerojeke baştir ava bikin.
Ji qirkirina jinan û jenosîdê pê ve em bûne şahidên wêrankirina jiyan, çand û civaka Şengalê. Serkirdeyên me û kesayetên me yên sereke hatin hedefgirtin û qetilkirin, lê ji bo ku em çarenûsa xwe bi dest bixin, em li hev kom bûne û saziyên xwerêveberî û xweparastinê ava kirin. Lê dîsa jî destkeftiyên me bi xetereyeke talûke re rû bi rû ne. Dewleta Tirk û hevkarên wê peymana bi navê Peymana 9’ê Cotmehê îmze kirin, ku saziyên me yên xwerêveberî û xweparastinê tune bikin û sîstemên xwe yên mêtingeriyê vegerînin. Xweseriya Şengalê her carê dibe hedefa êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk. Dewleta Tirk a ku hatiye îspatkirin ku yek ji piştgirên herî mezin ê DAÎŞ’ê ye û bi êrîşên xwe yên bi balafirên bêmirov heman êrîşên jenosîdî li dijî kesên rizgarbûyî yên li Şengalê pêk tîne.
Lê ne tenê dewleta Tirk e ku gefê li gelê Şengalê dixwe, hikûmeta Iraqê gelek caran, li dijî hewldanên xebatên xweseriyê yên gelên ku bi jenosîdê hatine nîşandayîn, hewl daye ku qada jiyanê/herêma Şengalê bi leşkeran dagir bike. Rastiya ku gelê Êzidî ji bilî xwe nikare xwe bispêre tu kesî, bi bûyerên 3’ê Tebaxa 2014’an jî diyar bû, dema ku pêşmergeyên PDK’ê ku nêzî Tirkiyeyê ye û milîsên Iraqê beriya niha Şengal dagir kiribûn, piştre ew bêçek kiribûn û terk kiribûn wexta DAÎŞ’ê wê dagir kiribû. Ji ber vê yekê xweserî bo gelê Êzidî pêwîst e!
Divê em bi yek dengî li dijî van êrîşan rawestin û bang li civaka navneteweyî bikin ku di vî serî de piştgiriyê bidin me. Em daxwaza naskirina qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an û avakirina dadgeheke navneteweyî dikin. Girîng e ku DAÎŞ û milîsên Îslamî yên ku di kuştina civaka Êzidî de berpirsyar in, ji kampên wekî Kampa Al-Holê werin vegerandin û rûbirûyê encamên kiryarên xwe yên li welatên xwe yên Ewropî bibin.
Divê êrîşên hewayî yên li ser Şengalê bên rawestandin da ku dawî li êş û talanê were. Em bi hev re ji bo hemû gelên bindest bi taybet civaka Êzidî ji bo edalet, wekhevî û azadiyê têdikoşin. Em ji bo pêşerojeke ewle ya li Şengal û her çar parçeyên Kurdistanê têbikoşin!
Tev li têkoşîna me bibin û bibin mînak ji bo mafên mirovan û rûmeta hemû mirovan. Bi hev re em dikarin guhertinan bikin û cîhanek baştir û nifşên pêşerojê re biafirînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
MUNÎH
Salvegera 9’emîn a Qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxa sala 2014’an ku çeteyên DAÎŞ’ê kir, li bajarê Munîh ê Elmanyayê bi mîtîngekê hat protestokirin.
Mîtîng li qada Stachûs a Munîhê ku paytexa Bavyerayê ye hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên li ser qirkirinê hatin hildan. Belavokên NAV-YEK’ê hatin xwendin û belavkirin. Bal bi ser gefên dewleta Tirk ên bi ser Şengalê de hat birin û hat xwestin ku xweseriya Şengalê bê naskirin.
Dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana Şengalê’’ û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hatin berzkirin û çalakî qediya.