Li Ewropayê çalakiyên ‘Azadiyê’ berdewam dikin
Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de li Basel, Fribourg û Kopenhagê çalakî hatin lidarxistin.
Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de li Basel, Fribourg û Kopenhagê çalakî hatin lidarxistin.
Çalakiyên di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de bi pêşengiya dostên gelê Kurd hat destpêkirin, li Ewropayê didomin.
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” serdanên malan hatin kirin û qertpostal hatin belavkirin. Qertên ku Kurdistaniyan li ser peyamên xwe nivîsandin hatin komkirin û bi awayekî komî şandin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi rayedarên Partiya BastA re civînek hat lidarxistin. Şandeya "Komîteya Rêbertî" bi Hevserokê Partiya BastA Nîcola Goepfert re hevdîtin kir û dosyaya ku têkildarî tecrîdê amade kiribû pêşkêşî rayedaran kirin.
Di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî çalakiyên hevpar bên lidarxistin.
FRIBOÛRG
Yek ji bajarên ku ji bo kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 hezar qert” lê xebat dihatin meşandin Frîboûrg a Swîsre bû. Endamên Rêxistinên Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN’ê jî piştgirî dan çalakiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-FR) li ber postexaneya bajêr hat lidarxistin.
Beriya şandina qertên amadekirî Hevserokê CDK-FR Orhan Hazar axaftinek kir. Hazar bi bîr xist ku di ser Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê re 25 sal derbas bûne û got: "Em ê azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê misoger bikin. Bi vê boneyê wê bi sed hezaran li bajarê Kolnê dengê xwe bilind bikin. Gelê Kurd wê careke din vîna xwe nîşan bide."
Hazar diyar kir ku amadekariyên meşa mezin a Kolnê ya li Frîborgê bi dawî bûne û got: "Em hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe vedixwînin Kolnê."
Piştî axaftina Orhan Kurdistaniyan qertên ku li ser wan nîşeyan nivîsandin ji Îmraliyê re şandin.