Li Ewropa çalakiyên Kurdan
Li gelek navendên Ewropa dagirkeriya Tirk a li Rojava tê pîrozkirin...
Li gelek navendên Ewropa dagirkeriya Tirk a li Rojava tê pîrozkirin...
22:14
Komek Kurdistanî û dostên wan li Balafirgeha Arland a nêzî paytexta Swêd Stockholmê, êrîşa qirker û dagirker a dewleta Tirk a li ser Rojava protesto kirin.
21:53
Balefirgeha Arlandayê ya nêzî Stockholma Swêdê
21:34
Li Vatîkanê komek Kurd û dostên wan ên Îtalî ji bo balê bikişînin ser berxwedana Rojava, çalakiyek kirin.
20:59
20:57
20:56
Kurdistaniyên li HBF a Berlînê kom bûn, êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyeke bêdeng protestokirin.
20:55
Li bajarê Nurnberg a Elmanyayê di saetên şevê de bi sedan kes daketin qadan û êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.
20:53
Li dijî dagirkeriya Rojava li qada Schlossplatz a navenda bajarê Stûttgart çalakiyek hate kirin. NCKD, MLKP, PARTÎZAN, PYD, MLKP û Initiative Kurdistan destek dan çalakiyê.
Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê daketin qadan, dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protestokirin. Di çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Parîs li Gare du Nordê hate kirin, dirûşma 'Kujer dewleta Tirk, ji Rojava bicehenime' hate qîrkirin.