Li Ewropa bi hezaran gotin: ‘Daxwaza Leyla Guven daxwazên me ne

Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û bal kişandina ser tenduristiya Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, azadî û ewlehiya wî ketiye grevê dewam dikin.

Bi hezaran kesên ji bo balê bikişînin ser rewşa krîtîk a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ve 73’ê roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye daketin qadan gotin: ‘Daxwaza Leyal Guven daxwaza me ye.’

FREÎBÛRG

Bi pêşengtiya Meclîsa Freîbûrg û Lahr û PYD’ê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê meşek hate kirin. Meş ji pêşiya Zanîngeha Albert Lûdwîn destpêkir heta pêşiya Bertoldsbrunnen Alte Synagoge Platzê bi dawî bû. Di çalakiyê de bang hate kirin ku tevlî grevên ku wê 25-28’ê Çileyê bên lidarxistin bibin.

NURNBERG

Ji bo balê bikişînin ser berxwedana Leyal Guven li bajarê Nurnbergê meşek ji Aûfsebplatzê destpê kir û li Lorenskirîkhê bi dawî bû. Di meşa bi sedan kes û endamên PYD û Dîe Lînke tevlî bûn, peyamên PYD û Die Lînke hate dayîn.

KASSEL

Kurdistaniyan li bajarê Kassel jî standa agahdarkirinê vedan û di axaftinên li standa li konîsplatezê hate vedan de hate gotin ku bi salan e tecrîd li ser Ocalan tê kirin û banga xwedîderketinê li berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hate kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî bi pêşengtiya Ciwanên Şoreşger de meşek ji pêşiya HBF Hambûrg destpêkir û li Rathaûsê bi mîtîngekê bi dawî bû. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser rewşa krîtîk a Leyla Guven û çalakî bi dosyayek pêşkêşkirina rayedarê Rathaûsê re bi dawî bû.

TORONTO

Ji bo destekdayîna çalakiyên grevên birçîbûnê û bal kişandina ser tenduristiya Leyla Guven li baarê Toronto yê Kanadayê çalakiyek hate kirin. Kurdistaniyên li Dundas&Yongeyê hatin ba hev, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî ji bo bal kişandina ser tenduristiya Leyla Guven û protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê ku 20’ê Çileyê salvegera wê ye, mîtîngek hate kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku daxwazên Leyla Guven daxwazên wan in. Her wiha hate destnîşankirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.

LEÎPZÎN

Li bajarê Leîpzîn ê Elmanayê jî bi daxwazên Leyla Guven çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de belavoka ku balê dikişîne ser armancên grevan hate xwendin. Çalakî bi qasî 2 saetan dom kir.

MUNÎH

Kurdistanî û dostên wan ên di saetên şevê de li Sendlîngertorplatzê hatin ba hev, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Ocalan û piştgirîkirina Leyal Guven çalakiyek kirin. Li gel PYD Munih, Meclîsên Civaka Kurd, û Komûna Jinan- SARA û hevparên wê bi dehan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê Meclîsên Civaka Kurd Azad Bîngol axivî û diyar kir ku rewşa Guven li ber krîtîkê ye, divê dewletên Ewropa bi lezgîn bikevin tevgerê. Her wiha li ser navê PYD’ê û MLPD’ê jî axaftin hatin kirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî nêzî 2 hezar kes li Lautensch Lagerstraßeyê hatin ba hev û li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek kirin.

Jinên Ciwan ên Azad û Tevgera Şoreşgerên Azad a Stûttgart ên ku ala bi qasî 10 metreyan vekiribûn bi dirûşma ‘Tecrîda Îmarlî bişkînin’ meşiyan.

Endamên Jinên Ciwanên Azad û Tevgera Şoreşgeren Azad li ser hinek rêyên navendan dirûşim qîrkirin û ji bo balê bikişînin ser rewşa Leyla Guven a ve 73’ê roj in di grevê de ye, banga hestyariyê kirin.

TORÎNO

Ji bo balê bikişînin ser çalakiyên grevan li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî çalakiya ji Fîa Accademîa destpêkir li Vîa Pîazza Castello bi dawî bû.

Çalakiya ku çepên Îtalî û rêxistinên sosyalîst û şoreşger cih girtin, dewleta Îtalya ya reşkirina şoreşgerên enternasyonalîs ên cih di nava refên YPG’ê de girtine şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku rewşa Leyla Guven a ev 73’ê roj in di grevê de ye krîtîk e û hate gotin divê bi lezgîn daxwazên Leyla Guven bên bicihanîn.

Piştî axaftinan û şûnde belavok hatin belavkirin.