Li Evryê ji bo Rojava stand hat danîn
Jinan li banliyoya Evry a Parîsê stand vekirın û gotin: “Em di her derfetê de ji raya giştî ya cîhanê re behsa heqîqeta Rojavayê bikin û bînin ziman ka çima hêzên dagirker dixwazin Şoreşa Rojavayê tune bikin.”

Endamên Meclisa Jinan a Çîçek Botanê ya li banliyoya Evry a Parîsê, bi mebesta teşhîrkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û artêşa wê ya ji jêmayên DAIŞ’ê pêkhatî, yên ji 25’ê Mijdarê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve dibe, stand vekirin.
Jinan li ser standê behsa Şoreşa Jinan a Rojavayê û armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi çeteyên cîhadîst re bi rê ve dibe, kirin.
Jinan her wiha broşurên bi Fransî jî belav kirin û gotin: “Em di her derfetê de ji raya giştî ya cîhanê re behsa heqîqeta Rojavayê bikin û bînin ziman ka çima hêzên dagirker dixwazin Şoreşa Rojavayê tune bikin.”