Li Evry’ê pêngava 15’ê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin
Li herêma Evry’ê ya Parîsê, Meclîsa Gel a Demokratîk a Evry bi wesîleya Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê, merasîmek lidar xist.
Li herêma Evry’ê ya Parîsê, Meclîsa Gel a Demokratîk a Evry bi wesîleya Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê, merasîmek lidar xist.
Salvegera 40’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li herêma Evry a paytexta Fransa Parîsê bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistaniyan, hate pîrozkirin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandar Egîd, Çiyager Hêvî û Rojhat Zîlan û Erdal ên ku li Enqereyê çalakiya fedayî kirin û bi flamayên PKK’ê hate xemilandin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ketin qadê û şahî jî wiha destpê kir. Piştre di şexsê Fermandarê Nemir ê Pêngava 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsum Korkmaz) de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê endamê Dîwana CDK-F’ê Faruk Soylemez mafê axaftinê girt û Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê, berxwedêrên zindanan û her kesê pîroz kir.
Soylemez bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê em govenda azadiyê xurt bikin, weke gelê Kurd wezîfeya me hemûyan a destpêkê ev e. Eger em govenda azadiyê xurt bikin û bigihînin serketinê, em ê bikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û pêşî li êrîşên li hemberî Gerîlayên Azadiyê û gelê me bigirin.”
Piştî Faruk Soylemez, Faysal Sariyildiz jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew ê bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê ber bi serketinê ve bimeşin û ev tişt got: “Piştî pêngava 15’ê Tebaxê, derbeya herî mezin li dewleta Tirk hate xistin.”
Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan jî şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û bal kişand ser girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê û soza serketinê da.
Piştî axaftinan, hunermendên TEV-ÇAND Farqîn Azad, Villeneuve TEV-ÇAND, Evry TEV-ÇAND û Koma Vêjîn stran gotin. Girseyê li ber stranan govend gerand û Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kir.