BI DÎMEN

Li Ermenistanê Newroz hate pîrozkirin

Li Mala Tev Çand a herêma Proşyan a Erîvanê Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku Newroza îsal ji bo xwedîderketina li banga Rêber Apo ye.

Gelek kesên ku ji Elegezê, Armavîrê û Erîvanê yên Ermenistanê hatin tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Mala Tev Çand a herêma Proşyanê hate lidarxistin, bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê nameya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku ji bo civaka Êzîdî şandibû ji hêla endama Yekitiya Jinên Azad Seyrana Celand ve hat xwendin.

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan di şahiyê de axivî û Newroza Rêber Apo, gerîla û gelê Kurd pîroz kir. Dirboyan anî ziman ku Newroz ji bo gelê Kurd roja berxwedan û jiyan nû ye û wiha got: “Em wek gelê Kurd pewîste vê rojê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em dizanin Newroza îsal a Rêbertiya azad û civaka demokratîk, ji bo xwedîderketina li banga Rêber Apo ye. Em jî wek civaka li vir di her milî de li pişta Rêberê xwe ne û em ê tekoşîna xwe li ser fikir û felsefa Rêberê aştiyê bidomînin.”

Şahî bi stranên hunermend Memo û Zana, Zagros Rojhilat, Fîrûzîk Osoyan, Koma Stranan a Zarokan û Koma Govendê ya Biharê berdewam kir.

Di şahiyê de bênavber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Newroz bi coş hat pîrozkirin û bi gerandina govendê berdewam kir.