Li Ermenistanê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Saziyên Kurd ên Ermenistanê li Dêrik a herêma Elegezê berxwedêrên Zîndana Amedê bi civînekê bibîr anîn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser girîngî û wateya 14’ê Tîrmehê  Endemê Komîteya Kurdistan Mehsum Hesan axivî û diyar kir ku berxwedana Zîndana Amedê ku bi pêşengtiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek a bi çalakiya rojiya mirinê destpê kir li hember zilma faşîstana a dewleta Tirk li ber xwe dan.

Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst dixwest têkoşeran teslîm bigirin û di şexsê wan de hemû gelê azadîxwaz tine bike û hêviya azadiyê têk bibe û got: “Ji bo wê her cûre êşkence li zindanan kirin. Tevî her cûre zilmê jî hevalan li ber xwedan û teslîmyet qebûl nekirin. Berxwedana wan kir ku îro berxwedan mezin bibe. Em deyndarên wan hevalan in, ji bo wê em ê heta dawî şopdarên têkoşîn wan bin.

Rewşênbîrê Kurd Şalîko Davoyan jî  axivî û diyar kir ku dijminê gelê Kurd bi salan e li ser gelê Kurd û bi taybetî jî li zindanan zilmê dike û got: “Bi vê zilmê dixwaze tevgera azadiya Kurd têk bibe. Ji berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bigire heta îro berxwedan dewam dike.”

Civîn bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.