Li Ermenisanê Kurdistaniyan êrîşên dagirker a Tirk şermezar kirin

Kurdisaniyên li Oktemberyan a Ermenisatnê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Mexmûr, Şengal û qadên gerîlan, bi daxuyaniya çapemêniyê şermezar kirin.

Şêwira Gelê Kurd a Ermenistan, Kurdistan Komîte, Yekîtiya Jinên Azad (YJA) li herêma Oktemberyan, gundê Araksê kom bûn.

‘GELÊ KURD SERÊ XWE LI BER ÊRÎŞAN NATEWÎNE’

Di civînê de endamê Koodînasyona Kurdistan Komîte Mîlo Kalaşyan axivî got: “Em êrîşên dewleta Tirk a faşîzîm ku bi salane li ser gelê me dide meşandin û herî dawî bi dehan firokên xwe rakirin ser gelê me Mexmûrê, Şengalê û qadên gerîlan. Gelê Kurd em ê ti carî ev êrîşên ku li ser gelên me tên kirin qebûl nekin. Gelê Kurd wê ti carî we serê xwe li ber êrîşên Erdogan neteweîne û li her derê em ê li berxwe bidin.”

‘YEKÎTÎ WÊ ÊRÎŞ Û DAGIRKERIYÊ VALA DERBIXE’

Kalaşyan bal kişand ser yekîtiya netewî û got: “Pêwîste yekîtiya netewî ya gelê kurd bê çêkirin ku em bikanibin hemû êrîş û dagirkeriyê vala derbixin. Ji ber em xwedî bîrdozî û felsefeya Rêrber Apo ne ku di her alî de em dikanin li ber xwe bidin.”

‘WÊ NIKARIBIN ME BÊDENG BIKIN’

Endama Yekîtiya Jinên Azad Lîanna Mhoyan jî da diyar kirin ku wê faşîzma Erdogan nikane gelê Kurd û jina Kurd bêdeng bike. Ji ber êdî gelê Kurd di her milê de bûye xwedî hêz û tirsa wan ji mirinê re nemaye. Mhoyan got: “Wê nikanibin vîna gelê me bişkênin û me bêdeng bikin.”

‘HER ROJ ZAROK, JINAN QETIL DIKIN’

Hevseroka Komîte Kurdistan Îla Tovmasyan jî destnîşan kir ku Erdogan li ser xwîna mirovan dijî û got: “Her roj zarokên, jinan qetil dike û terora herî mezin li ser gelên Kurd dike. Çawa ku Ermenî ,Asurî qirkirin îro jî heman tiştî li ser gelê kurd dikin.”

‘HÛN NIKARIM ME TINE BIKIN, EM ŞIYAR BÛNE; DIJMINÊ XWE BAŞ NAS DIKIN’

Endamê Komîte Kurdistan Silavîk Kalaşyan jî destnîşan kir ku wê dijmin nikaribin gelê Kurd tine bikin. Kalaşyan wiha pêde çû: “Ji ber ku êdî em şiyar bûne, me dijminê xwe baş naskiriye. Em bang li hikûmeta Kudistanê dikin ku bila nebin hevkarên dijminê gelê Kurd. Hê ne direnge ku em bibin yek.”