Li Elmanyayê ‘qedexeya siyasetê’ li 6 Kurdan hate birîn

Eşkere bû ku ji 13 koçberên li Elmanyayê bi hinceta xala 47'an siyaset li wan hatiye qedexekirin, 6 ji wan Kurd in.

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût beriya çend rojan, li ser koçberên ku ji ber xala 47'an a 'Qanûna Koçberiyê' siyaset li wan hatiye qedexekirin, pêşnûme pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kir. Akbûlût pirsî bê kîjan siyasetmedarên koçber mexdûrê xala navborî ne. Bi navê Hikumeta Federal jî Wezareta Karên Hundir bersiv da.

Hukûmeta Scholz yekem car agahî li ser çend kesên biyanî da, ku siyaset li wan hatiye qedexekirin. Wezaretê diyar kir ku niha li 13 biyaniyan qedexeya siyasetê hatiye dayîn û anî ziman ku cezayê ku li kesekî hatiye dayîn demkî ye û 12 kesên din jî bêdem e. Li gorî vê yekê, biyaniyên ku qedexeya siyasetê li wan hatiye birîn 4 li Baden- Württemberg, 2 li NRW’ê, yek li Bayern û yek jî li Sachsenê bi giştî 8 kes li Elmanyayê ne.

6 KURD QURBANIYÊN QEDEXEYA SIYASÎ NE

Di bersiva Wezareta Karên Hundir de derket holê ku ji penaberên qedexeya siyasetê lê hatine kirin 6 siyasetmedarên Kurd in. Wezaretê ragihand ku ji ber kesên navborî têkiliya wan bi PKK’ê re heye, ku ji sala 1993’an ve li Elmanyayê qedexe ye, siyaset kirin li wan hatiye qedexekirin û agahiyên berfireh nedan.

Jixwe xala 47’an a Qanûna Koçberiyê ku nahêle penaber ji gelek mafan sûd werbigirin, ji ber ku bi berfirehî li ser siyasetmedarê Kurd Muzaffer Ayata hatibû pêk anîn, wekî "Qanûna Ayata" derbasî dîroka siyasî ya Elmanyayê bibû. Ayata ku 20 sal di girtîgehên dewleta Tirk de ma, weke penaberekî siyasî hat Elmanyayê û li wir jî 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ayata piştî ku hat berdan jî rastî gelek astengiyan hat. 

MEXDÛRÊ HERÎ MEZIN Ê QEDEXEYÊ AYATA YE

Di sala 2012’an de Buroya Biyaniyan a Stuttgartê ku xwe spart xala 47’an a “Qanûna Koçberiyê” biryarek ku derbê li azadiya ramanê xistibû girtibû. Li Ayata nivîsandina gotaran, axaftina li konferansan û beşdarbûna çalakiyên ku ji aliyê Kurdan ve tên lidarxistin qedexe kir. Lê belê Dadgeha Îdarî ya Stuttgartê piştre serî li Daîreya Koçê da û biryara rawestandina înfazê da û diyar kir ku qedexeya siyasî ya ji bo Ayata hatiye dayîn "gumanên cidî yên qanûnî" çêdike.

ELMANYA BIRYARA DMME NAS NAKE!

Li ser vê yekê rêveberiya Berlînê di sala 2017'an de ket tevgerê û ji bo ku xala 47'an di dadgehan de neyê rawestandin, bikeve meriyetê amadekariyên pêwîst kirin. Ligel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2015’an de got ku ‘Xala 47’an ji bo azadiya ramanê ya penaberên li Elmanyayê asteng e’ jî, dewleta Elman di pêk anînên xwe de bi israr e.

Xala 47'an a ku di navbeyna penaber û welatiyên Elman de cihêkariyê dike, wiha ye:

Karê siyasî yê biyaniyekê/î. Eger ev kar;

1. Li dijî sîstema bingehîn a demokratîk azadîparêz a Komara Federal a Elmanyayê be, yan jî ewlehiyê dixe metirsiyê, yan jî li dijî pîvanên bingehîn ên nivîskî yê yên Hiqûqa Dewletan be,

2. Ji bo piştgiriya eşkere ya bikaranîna tundiyê, weke amûrek ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî, olî û hwd. be, yan jî vê yekê dipejirîne û dixwaze pêk bîne,

3. Ji bo piştgiriya bi kom, tevgerên siyasî yan jî rêxistinên li nava Elmanya Federal an jî derveyî Elmanyayê be, ku êrîşî şexs an jî malên wan ên li Elmanya Federal an jî Elmanên li derveyî Elmanyayê Federal dikin, yan jî van êrîşan dipejirîne û gefê lê dixwe, hingî tê qedexekirin."