Li Elmanya û Swêdê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hate protestokirin
Ji ber ku Swêd û Elmanya çekan difiroşin Tirkiyeyê li 7 bajarên Swêdê û li bajarê Munîhê yê Elmanyayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.
Ji ber ku Swêd û Elmanya çekan difiroşin Tirkiyeyê li 7 bajarên Swêdê û li bajarê Munîhê yê Elmanyayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.
Roja Duşemê li bajarên Stockholm, Malmo, Lînkopîng, Vaxjo, Helsîngborg, Goteborg û Ûmeayê çalakger li pêşiya buroyên çekan hatin ba hev û xwestin bila êdî ev şîrket çekan nefiroşin Tirkiyeyê.
Çalakgeran xwestin bila Tirkiye were boykotkirin û firotina çekan were sekinandin. Di çalakiyê de belavokên li ser teşhîrkirina çekfirotina ji bo Tirkiyeyê hatin belavkirin.
Di heman saetan de li pêşiya tesîsa Mercedes-Benz a li bajarê Munîhê ya Elmanyayê jî çalakiyek hate lidarxistin. Çalakgeran diyar kirin ku wesayîtên ku difiroşin Tirkiyeyê ji bo şerê li Rojava û Sûriyeyê tê bikaranîn û xwestin bila êdî wesayîtan nefiroşin Tirkiyeyê.
Li pêşiya buroya Saab a çekan a li bajarê Stockholmê jî pankarta ‘Tirkiyeyê boykot bike’ hate vekirin.
ÇEKÊN KU DIFIROŞIN TIRKIYEYÊ DIDIN ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê
Li ser navê Komîteya Rojava Erîk Bong ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina Saabê piştgiriyê didin çalakiyê.
Bong diyar lir ku Saab, Scanîa û SSAN çekan difiroşe Tirkiyeyê û got ku, “Beşeke van çekan didin komên cîhadîst û çeteyên DAÎŞ’ê. Ev çek li dijî Kurdan tên bikaranîn.”
Bong diyar kir ku Scanîa parçeyên motoran û Saab jî alavên teknîkî ên tank û balefiran difiroşe Tirkiyeyê û got ku, “Ev şîrket piştgiriyê didin Tirkiyeyê ya ku li dijî Kurdan şer dike. Em dixwazin êdî tu kes tiştekî nefiroşe Tirkiyeyê.”
Annîka Spalde ya ku li ser navê Chrîstîan Peacemaker Teams a ku di bin banê dêrên Swêdê de li dijî firotina çekan dixebite, diyar kir ku di gera wê ya di Başûrê Kurdistanê de wê hovîtiya dewleta Tirk dîtiye.
ŞÎRKETÊN SWÊDÊ HEVKARÊN SÛCÊN TIRKIYEYÊ NE
Spalde diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê di bomberdûmanên Tirkiyeyê de sivîlên li ser sînor tên qetilkirin û got ku, “Di 10 salên dawîn de, me dît ku êrîşên dewleta Tirk xisarê dide gelek sivîlan. Gelek sivîl di êrîşan de hatine qetilkirin, gundî nikarin jiyana xwe ya normal bidomînin. Dewleta Tirk kon û erdan bombe dike.”
Spalde diyar kir ku şîrketên Swêdê dema ku çekan difiroşin Tirkiyeyê ew jî dibin hevkarê sûcan.
ÇEKÊN SWÊDÊ LI DIJÎ KURDAN TÊN BIKARANÎN
Komek Kurd jî tevlî çalakiya li Stockholmê bûn. Çalakger Hasan Înce diyar kir ku Swêd herî zêde çekan difiroşe welatên Rojhilata Navîn û got ku, “Li gorî zagonên Swêdê qedexe ye ku li welatên ku mafên mirovan tên binpêkirin , çek ji bo wan welatan were firotin. Lê ligel vî tiştî Swêd çekan difiroşe Tirkiyeyê. Ev çekên ku tên firotin jî dikevin destê komên cîhadîst û çeteyên DAÎŞ’ê. Ev çek li Efrîn û Kurdistanê li dijî Kurdan tên bikaranîn.”
DI SALÊN DAWÎN DE SWÊDÊ GELEK ÇEK FIROTIYE
Swêd ligel ku bajarekî biçûk e, di nav welatan de yên ku çekan difiroşe di serî de ye. Di sala 1990’an de çek difirot 33 welatan lê di sala 2017’an de ev hejmar bûye 62.
Swêdê di sala 2017’an de 11,3 milyar kron çek û alavên şer firotiye.
17 ji sedê van çekan firotine welatên wekî Tirkiye, Emîrtiya Ereban a Yekgirtî, Tayland, Katar, Brûney, Siûdî Erebistan, Endonezya, Pakistan, Sîngapûr û Cezayîrê yên ku li ser mafên mirovan zextên giran dikin.