Li Dusseldorfê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ çalakî hate kirin
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê ya ji bo 6 rojan hate destpêkirin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê ya ji bo 6 rojan hate destpêkirin.
Kurdistaniyên ji bajarên cihê yên eyaleta NRW’ê hatin, li pêşiya Parlementoya eyaleta Dusseldorfê kom bûn.
Çalakî bi daxuyaniyê destpê kir. Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever axivî û diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava ‘Dema azadiyê ye’ dest bi çalakiya rûniştinê ya 6 rojan kirin.
Sever got: “Bê Rêber Apo jiyan nabe. Xeta Rêber Apo xeta jiyana me ye, heta ku Rêber Apo azad nebe, em ê li qadan bin. Têkoşîna me wê bidome.”
Parlementera HDP’ê ya berê Nûrsel Aydogan jî bal kişand ku gelê Kurd li cîhanê bi milyonana îmze berhev kirin ku li qada navneteweyî destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna wan e. Aydogan got: “Birêz Ocalan 22 sal in di nava sîstemeke ya êşkenceyê de ye. AKP bi şer hewl dide xwe li ser lingan bigire, hemû civakê bi tecrîdê neçarî jiyînê dike. Em li kû dibin bila bibim fêrî tecrîdê nabin, em ê azadiya Rêber Apo qîr bikin. Çi bikin bila bikin em ê azadî qîr bikin.”
Piştî Aydogan belvoka KON-MED’ê hate xwendin. Di nava rojê de endamên TEV-ÇAND’ê Cewad Merwanî, Reber Serhad, Loqman û Şîrîn Şanoger bi stranên xwe reng dan çalakiyê.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Meclîsên jinan a yekbûyî ya YJKE, NAV-YEK, PYD zêdetirî 80 kes tevlî çalakiyê bûn.
Roja Sêşemê wê çalakî li qada Cornalîûsplatzê bê kirin. Çalakiya ku wê saet navbera 12:00-17:00’an de bê lidarxistin, wê hevseroka KCDK-E Yuksel Koç, Siyasetmedar Beîme Konca û hunermendên TEV-ÇAND’ê Denîz Derman, Alî Îkîzlerî, Diyar Dersim, Ozan Şemdîn, Serhet Met tevlî bibin.