Li Dusseldorfê dirûşmeyên ji ‘Ocalan re Azadî’ hatin berzkirin

Meşa ji Abdulah Ocalan re azadî ya li Dusseldorfa Elmanya hatî organîzekirin bi meş û mîtînga şermezarkirina komploya navnetewî bi dawî bû.

FED-MED û YJK-E NRW bi dirûşmeya ji Ocalan re Azadî di çarçoveya NRW’ê meşek ya 2 rojan ku hemû Kurdistanî tevlî bûbûn organîze kiribû. Îro meş di saetên sibehê li pêşiya parlementa eyaletê ya li Dusseldorfê dest pê kir. Girse bi vegirtina êlekên li ser hatibûn nivîsandin ‘Ji Ocalan re azadî’ û hilgirtina alên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ber bi navenda bajêr dest bi meşê kirin. Di meşê de bi berdewamî bi zimanê Elmanî dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Piştewaniya netewî” qîr kirin. Êrîşên dagirkeriya li ser Garê jî bi dirûşma “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime” ve hat protestokirin. Meşvanan her wiha bi dirûşma “Bijî Berxwedana Garê” berxwedan silav kirin.

Meş di saet 14:00’an de dema gihişte ber DGB Hausê bi girseya ku ji bo protestokirina 22’emîn salvegera komploya navnetewî hatibûn tevlî mîtîngê bibin re bû yek. Li vê derê Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever bal kişande ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku ev 22 sal in di tecrîdê de ye û got: “Ev tecrîd tenê ne li hemberî Rêber Apo ye,  li ser hemû gelên Rojhilata Navîn e. Îro jî bi êrîşên dagirkeriyê re tê xwestin komplo bê domandin. Ev komplo di heman demê de komployekî yê NATO’yê ye. Di sala 22’emîn de em bi hêz tevlî pêngava ‘Dema wê hatiye’ bibin û ji bo azadiya Rêberê xwe emê têkoşînê bilind bikin.”

Li ser navê Tevgera Jin jî Yildiz Fîlîmcî bi bîranîna şehîdên ku di pêvajoya komployê de li hemberî komployê bi drûşma ‘Kes nikare Roja me tarî bike’ şehîd bûbûn dest bi axaftina xwe kir. Fîlîmcî ragihand: “Hêzên ku di komployê de cih girtibûn îro jî li hemberî êrîşên dagirkeriyê bêdengiya xwe didomînin. Operasyona Garê qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye armanc.” Her wiha li ser navê PYD û KODAR’ê jî axaftin hatin pêşkêşkirin. Danezana TEKO-JIN ya têkildarê komploya 15’ê Sibatê hat xwendin.

Hevseroka Avegkon’ê Serpîl Aslan jî bibîr xist ku faşîzma Tirk dixwaze tengasiya ku dijî bi êrîşkirina li ser Kurdan, kedkar, xwendevan û li ser girtîgehan derbas bike, encax li hemberî têkoşîna berxwedêr de hê zêdetir tengav dibe. Aslan wiha domand: “Rejîma faşîst bi êrîşên li ser Başûr û Rojava dixwaze vê berfireh bike, lê li hemberî wê jî têkoşîn hê zêdetir mezin dibe.”

Piştî axaftinan girse ber bi Cornalîûsplatzê dest bi meşê kir. Di meşê de endamên TCŞ û TEKO-JIN rêzek çêkirin û pankartên ku dagirkeriya li ser Garê protesto dikin û yên azadiya Abdulah Ocalan dixwazin hilgirtin. Jinan jî pankartên ku qirkirina jinê ya rejîma AKP û Erdogan teşhîr dike hilgirtin. Piştî stranên ku hunermendê TEV ÇAND’ê Cewad Merwanî pêşkêş kir, çalakî bi dawî bû.