Li Dusseldorfê bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Li ser banga Defend Kurdistanê li Dusseldorf bi hezaran kes ji her çar aliyên Elmanyayê bi dirûşmeya “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” hatin gel hev.

Bi hezaran ciwan, jin, zarok, pîr û kalên Kurdistanî û dostê wan li Haûptbahnhof a Dusseldorfê kom bûn û bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Leûgplatzê dest bi meşê kirin. Li cihê ku kom bûbûn bi taybetî ciwanan bi domdarî dirûşmeyên “Ciwan fedayiyên Apo ne”, “Bijî Berxwedana Metîna”, “Bijî Serok Apo”, “Silav silav, ji Îmraliyê re hezar silav”, “Hoch Dîe Înternatîonale Solîdarîtat”, “Berxwedan jiyan e” berzkirin.

Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û polîtîkayên hevkartî yên PDK’ê hatin şermezarkirin, her wiha bal kişandin ser yekîtiya netewî ya gelê Kurd.

Gelek sendîka û partiyên siyasî yên Elmanyayê tevlî çalakiya bi pêşengiya Defend Kurdistanê hatî lidarxistin bûn.

‘GER PÊŞIYA DEWLETA TIRK NEYÊ GIRTIN WÊ BAŞÛR JÎ DAGIR BIKE’

Di cihê kombûnê de her wiha Wekîlê Partiya Çep Andre Hûnko axivî û bertek nîşanî astengkirina delegasyona aştiyê ya çûbû Başûrê Kurdistanê da. Hûnko bal kişande ser revandina jinan ya li Efrînê  û got “Ger ku pêşiya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neyê girtin wê li Başûr jî sûcên dijî mirovatiyê pêk bên.” Hûnko anî ziman ku wê piştevaniya wan a bi Kurdistaniyan re bidome.

Endamê Defend Kurdistan û Delegasyona Dusseldorfê Rojnamevan Martîn Dozer jî axivî û diyar kir ku wan xwestine biçin Başûrê Kurdistanê, lê dewleta Elmanya ew asteng kirine. Dozer destnîşan kir ku leşkerên Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê bi hevre êrîşê Kurdan kirine, ger li hemberî vê tedbîr neyên standin wê Başûr jî weke Efrînê lê bê.