Li Dûîsbûrgê şeva piştevaniya bi Partiya Çepên Kesk re

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê, şeva piştevaniya bi Partiya Çepên Kesk re hat çêkirin.

Bi sedan kes li Salona Efendî ya Dûîsbûrgê hatin ba hev û ji bo hilbijartinên ku wê 14’ê Nîsanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çêbibin, şeva piştevaniya bi Partiya Çepên Kesk re hat çêkirin.

Endamê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê û Mesût Avras û endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk Onûr Guler bûn pêşkêşvanên şevbuhêrkê. 

Şeva piştevaniyê, hunermend Mehmet Aktaş, Devrîm Kavalî, Seyda Perînçek û Koma Agirê Rojê derketin ser dike. Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û siyasetmedar Lezgîn Botan jî axivîn.