Li Dûîsbûrgê qeyûm hate protestokirin

Dagirkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê ya bi qeyûman a ji aliyê faşîzma AKP/MHP’ê ve li bajarê Dûsîsbûrg a Elmanyayê hate protestokirin.

Dagirkirina şaredariyan a bi qeyûman li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li ser banga Platforma Demokrasî ya Dûîsbûrgê li Konîgstr a navenda bajar saet 16:00’ê heta 18:00’ê kon hate danîn.

Di çalakiyê de tevahî rojê li ser qeyûman belavok hatin belavkirin û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku divê di serî de Elmanya û welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li dijî desteserkirina vîna Kudan bibin xwedî helwest.

Herî dawî ji bo çalakiya ku wê 25’ê Îlonê saet 16:00’an li pêşiya Forma Dûîsbûrgê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.