Li Dûîsbûrgê daxwaza azadkirina Muslum Elma kirin

Li bajarê Dûîsbûrg bi daxwaza azadkirina Muslum Elma yê bi sûcê rêveberê TKP/ML li Elmanya ji 15’ê Nîsana 2015’an ve girtiye çalakiyek hate kirin.

Li ser banga ‘Komîteya Azadî ji bo Muslum Elma’ saet 15:00’an li navenda bajarê Dûîsbûrgê çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û bal kişand ku Elma ev 3 sal in bi madeya 129b tê girtin û 190 roj in tê darezandin. Komîteyê anî ziman ku nediyare bê ka wê doz kengê bi encam bibe, ji bo azadkirina Elma li gelemperiya Ewropayê dest bi kampanyayekê kiriye.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser şert û mercên girtinê yên Elma û hate gotin ku divê ji girtîgehê bê azadkirin. Komîteyê got li gel darezandina bê hiqûqî û bê edalet dema rewşa tenduristiyê jî li ber çav bêgirtin, domandina girtinê der mirovî ye êşkence ye.”

Her wiha nerazîbûn nîşanî hevkariya sûc a Elmanya û Tirkiyeyê hate dayîn.

Çalakî bi dirûşmên ‘Ji bo Muslum Elma azadî’ û ‘Ji bo girtiyên siyasî azadî’ bi dawî bû.