Li Dûîsbûrgê bernameya aşûreyê hat çêkirin
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya DKTM’ê bernameya aşûreyê hat çêkirin. Di bernameyê de gotin ku civaka Elewî wekî Seyît Riza çok li hember desthildaran nedeynin û ji wan re bibin derd.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya DKTM’ê bernameya aşûreyê hat çêkirin. Di bernameyê de gotin ku civaka Elewî wekî Seyît Riza çok li hember desthildaran nedeynin û ji wan re bibin derd.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê bernameya aşûreyê hate çêkirin.
Endamên Federasyona Demokratîk a Elewiyan Dîdar Ana û Cemal Pîr di bernameyê de gulbang xwendin û piştre û çira şewitandin.
Piştre muhebet hat kirin û aşûre hate dayîn. Di çalakiyê de bal kişandin ser baweriya Elewiyan, Kerbela û Yas-i Muharremê.
Axaftvanan bal kişandin ser berxwedan û taybetmendiyên Elewîtiyê ên civakî yên ji derveyî dewlet û desthilatdariyê. Hate diyarkirin ku ji Hallac-i Mansur heta Nesîmî, ji Pîr Sultan Abdal heta Şêx Bedredînan Elewîtî lêgerîna heqîqetê ye û ji bo vê berdelên giran dane. Di berdewamiya axafinan de gotin ku ew ê li hemberî desthildaran wekî Seyît Riza çok nedeynin û bibin derd.
Her wiha di axaftinan de Elewîtî çi ye û çima 12 roj rojî tê girtin vegotin û şehîd hatin bibîranîn.
Piştî axaftinan aşûre bi duayan belavî beşdaran hat kirin.