Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Dûîsbûrgê bê navber ji bo Ocalan çalakî didomin

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê ji bo tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were, Kurdistanî bê navber çalakiyên xwe didomîn in.

Çalakiya ku NCDK Dûîsbûrgê organîze kirî, seat 17:00’an li Dûîsbûrg-Lîfesaverê hate lidarxistin.

Di axaftinên li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û TekoJIN’ê hatîn kirin de, fikarên xwe yên di derbarê tendirûstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de anîn ziman û diyar kirin divê demildest parêzer hevdîtinê pêk bîne.

Aktîvîstên MLKP’ê bang kirin ku divê destpêkê CPT û hemû saziyên navneteweyî yên berpirsyar xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derbikeve.

Çalakî piştî berzkirina dirûşmeyan bi banga tevlîbûna çalakiya ku roja Pênşemê ya seat 17:00’an a li heman qadê bi dawî bû.