Li Dûîsbûrg û Baselê komkujiya ‘Hanaû’ hate protestokirin

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê û li bajarê Basel ê Swîsreyê êrîşa nîjadperestî ya li Hanaû yê bi çalakiyan hate protestokirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê li ser banga Yekîtiya Antî-Faşîst li navenda bajêr saet 14:00’an mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de êrîşa nîjadperestî ya li Hanaûyê hate şermezar kirin û nêzî hezar kes beşdar bûn. Di mîtîngê de 9 kesên hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de pankarta “Cangoriyên Hanaû me hişyar dikin! Divê hemû partî û rêxistinên faşîst û nîjadperestî werin qedexekirin!” hate vekirin. NCDK Dûîsbûrg, Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel, ATÎF, AGÎF, DÎDF, Partiya Çep, aligirên Dye, Partiya Die Linke a Elman, MLPD û komên antî faşîst ên Elman beşdarî mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û bal hate kişandin li ser polîtîkayên rastgir û nîjadperstiya li welat zêde dibe. Piştî mîtîngê bi kîlometereyan meş hate kirin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn û çalakî bi dirûşmeya “Em ê komkujiya Hanaû ji bîr nekin, kujeran efû nekin. Têkoşîna gelan a li dijî nîjadperestî û faşîzmê hevpar e.” Hate kirin.

Li qada Barfusserplatzê mîtîngek hate lidarxistin, nûnerên partiyên siyasî yên Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyî, rêxistinên penaberan, rêxistinên ciwanên alternatîf û saziyên civaka sivîl beşdar Bûn.

Piştî mîtîngê meşek hate lidarxistin. Meş nêzî du seatan dom kir û dirûşmeyên dijî nîjadperestî û faşîzmê hatin berzkirin. Çalakî li qada Dreîrosenbrucke bidawî bû.