Li Draguignanê meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Draguignanê meşek hate lidarxistin. Di meşê de êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk jî hatin şermezarkirin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Draguignanê meşek hate lidarxistin. Di meşê de êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk jî hatin şermezarkirin.
Li bajarê Draguignan ê Fransayê, li dijî sîstema qirker, êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî yên li Fransayê (CKF) meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û xeta xiyanetê ya PDK'ê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de ku ji ber La Poste ya Draguignanê destpê kir û heta ber avahiya walîtiyê dewam kir, pankartên bi nivîsa "Bes e ji dagirkeriya Tirk re", "Azadî ji Abdullah Ocalan re" û flamayên bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Rêber Apo re" hatin qîrîn.
Girseya gel li ber avahiya walîtiyê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz girt. Piştre jî daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Şahîn Wan bi navê CKF'ê axivî û got, "Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê em ê timî li qadan bin."
Şahîn Wan ragihand ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike û got, "Gel ji cih û warê xwe dike, bendên kontrolê datîne. Ev yek dagirkerî ye. Divê xelkê Başûr rabe ser piyan û helwestê nîşan bide."
Şahîn Wan rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jî bi bîr anî ku 23'ê Tebaxê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn û got, "Bûn meşaleyek wêrekî û berxwedanê ku tarîtî ronî kirin."
Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.