BI DÎMEN

Di berxwedana li Londonê de, êrîşên dagirkeriyê jî hatin protestokirin

Polîsên Îngilîz dagirkeriya xwe ya li avahiya Navenda Civaka Kurd didomînin. Dema binçavkirinê ya 7 Kurdên binçavkirî, dîsa hate dirêjkirin. Gel berxwedanê didomîne û êrîşên dagirkeriyê jî protesto dike.

ÇALAKÎ BÊ NAVBER DIDOMIN

Polîsên Îngilîz 27’ê Kanûnê li dijî Kurdan operasyona ‘krîmînîlîzasyonê’ dan destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de, 7 aktîvîstên Kurd hatin binçavkirin. Dema binçavkirina aktîvîstan a ji bo 7 rojan, tejî bû. Lê polîsên Îngilîz serî li dadgehê dan da ku heta 9’ê Kanûnê dema binçavkirinê bê dirêjkirin. Serlêdan hate qebûlkirin.

Binçavkirî mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tînin, tevî vê yekê jî wê dernekevin dadgehê û wê li navenda polîsan bên girtin. Hat zanîn ku greva birçîbûnê ya aktîvîstên Kurd jî, didome. Polîsên Îngilîz bi temamî ji malên aktîvîstên Kurd ên binçavkirî, vekişiyan. Tam piştî 5 rojan, mala ku Alî Poyraz lê dijî radestî malbata wî hate kirin. Polîsan deriyê ku bi balyozê şikandibûn, nû nekirin û bi vî rengî ji malê derketin.

Polîsên Îngilîz ji 27’ê Mijdarê û vir ve, avahiya KCC’ê di bin dagirkeriyê de digire û kolana ku ev avahî lê ye, hîn jî di bin dorpêça polîsan de ye. Di konê greva birçîbûnê ya li ber bariyerên polîsan hatî danîn de jî, berxwedana gel didome. Di konê de Bêrîtan Silêmanî û Devrîm Sara, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomînin. Yên din jî greva birçîbûnê ya dorveger a 3 rojan, didomînin. Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya Bêrîtan Silêmanî û Devrîm Sara baş e. Di nava rojê de, bi sedan Kurdistanî û dostên wan serdana konê greva birçîbûnê dikin.

Li ber konê dem bi dem çepik tên lêxistin, dirûşme tên berzkirin, govend tê gerandin û çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.

BAYDEMÎR: LI ROJAVA XETERIYA KOMKUJIYÊ HEYE

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr serdana konê greva birçîbûnê kir. Baydemîr diyar kir ku ji ber sekna bi rûmet a gel, ew serbilind in û got, yên ev operasyon daxwaz kirine, dixwazin têkoşîna rewa ya Kurdan krîmînalîze bikin. Baydemîr ragihand ku li Rojava gelê Kurd di bin gefa qirkirinê de ye û ev tişt bilêv kir: “Em ne gelekî krîmînal in. Em gelek in ku tenê azadî û aştiyê dixwazin. Heta ku em azad nebin, em dest ji doza xwe bernadin. Ev rêyeke heq e û em dest ji heqê xwe bernadin. Li Rojava 500 hezar sivîl, di bin xeteriya komkujiyê de ne. Niha welatê me di bin dagirkeriyê de ye. Divê em hêrsa xwe nîşanî dagirker bidin.”

CIWANAN BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ, KIRIN

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî, li ber konê greva birçîbûnê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya hatî kirin de, bi çepik û dirûşmeyan dagirkerî û binçavkirin, hatin protestokirin. Li vir di axaftinên li ser navê nûnerên ciwanan hatin kirin de, hat destnîşankirin ku wê Navenda Civaka Kurd di bin her şert û mercî de, bê parastin. Ciwanên Welatparêz ên Şoreşger ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên hov li Rojava dixwaze gelê Kurd qir bike û destkeftiyan tune bike, lewma êrîşeke nû ya dagirkeriyê daye destpêkirin. Ciwanan diyar kirin ku ev êrîş li dijî mirovahiyê ne û bang li hemû gelan kirin ku li dijî van êrîşan tevlî têkoşîna hevpar bibin.

Hat zanîn ku parlamenterên Partiya Karkeran Kate Osamar, Bambos Charalambous, ji Serokatiya Şaredariya Enfield Ergin Erbil, ji Serokatiya Şaredariya Haringey Peray Ahmet, endamên meclîsa şaredariyê û rêxistinên civakî yên sivîl têkildarî dagirkeriya li Navenda Civaka Kurd, bi Midûrên Polîsan ên Haringey û Enfield û şefên polîsan ên payebilind re, civiyan. Hat zanîn ku di civînê de fikara têkildarî dagirkeriya polîsan a li KCC’ê, hatiye vegotin û hatiye xwestin ku demildest polîs avahiyê vale bikin. Hat diyarkirin ku polîsan têkildarî valekirina avahiyê, agahiyeke zelal nedane.

Di konê de têkildarî pêvajoya siyasî jî nîqaş tên kirin. Ji nivîskarên Kurd Îlham Bakir beşdarî nîqaşên li vir bû û pêvajoya Rojava nirxand. Bakir destnîşan kir ku berxwedêr wê bi ser bikevin û got, ev berxwedan di heman demê de berxwedana parastina Rojava ye.

NAMEYÊN BANGA JI BO HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ

Ji xeynî konê greva birçîbûnê ya li ber avahiya KCC’ê, Meclîsa Gelê Kurd jî xebateke dîplomasiyê ya zêde dimeşîne. Maseya Krîzê ya ji aliyê aktîvîstên Kurd û dostên wan ve hatî afirandin, têkildarî êrîşên krîmînalîzasyonê yên li ser Navenda Civaka Kurd û zirarên di encama êrîşê de çêbûne, rapor amade kir. Rapor ji parlamenter û navendên giştî yên Partiya Labour (Partiya Karkeran), Partiya Conservatives (Partiya Muhafazakar), Partiya Demokrat a Lîberal û Partiya Neteweyî ya Îskoç (SNP) re hatin şandin û li parlamentoyê pêşnûmepirs hate xwestin. Di heman demê de di nameyên ku ji Serokwezîr Keir Stamer û Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê David Lammy re jî hatine şandin de, hate destnîşankirin ku zext û tundiya hatî kirin, zexta ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de rast hatî bi rengekî bi êş bîr dixe.

Di nameyan de hate ragihandin ku civaka Kurd ji ber zilma dewletê, Tirkiye terikandine û xwe spartine Ewropayê û hat diyarkirin ku Qraliyeta Yekgirtî hewl dide civaka Kurd sûcdar îlan bike. Di nameyan de, pêşnûmeya têkildarî lêkolîna meclîsê, hate xwestin. Di nameyan de hate xwestin ku divê bê lêkolînkirin ka ev serdegirtin bi zexta dewleta Tirk hatine kirin yan na û hate gotin ku, divê hemû kesên di van serdegirtinan de hatine binçavkirin bên berdan û Navenda Civaka Kurd car din bê vekirin.

Ji Enfield Parlamenter Kate Osamar ku Kurdan gelek e-mail jê re şandin, daxuyaniyek da. Osamar diyar kir ku ew fikarên têkildarî van serdegirtinan û xemgîniya ku di nava civaka Kurd de çêbûyî, parve dike û anî ziman ku ew di nava piştevaniyê de ye.

Osamar ragihand ku girtina Navenda Civaka Kurd, fikar dide mirov û ev tişt diyar kir: “Civaka Kurd, bi taybetî li Bakurê Londonê, li Îngilistanê tevkariyeke pir girîng kiriye û divê rêz û hurmet jê re bê girtin.”

Kate ragihand ku ew ê fikarên rewa hîn zêdetir bîne ziman û bikeve nav hewldanê.

Berxwedana li ber avahiya KCC’ê didome, Meclîsa Gelê Kurd jî her roj di navbera saet 17.00-20.00’an de çalakiyên girseyî didomîne.