BI DÎMEN

Li pêşiya Parlamentoya Skoçyayê êrîş hatin protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Parlamentoya Skoçyayê hatin li ba hev û operasyona polîsên Îngilîstanê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.

ÇALAKIYA LI SKOÇYAYÊ

Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Parlamentoya Skoçyayê hatin li ba hev û operasyona polîsên Îngilîstanê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.

Operasyona polîsên Îngilîstanê ya 27’ê Mijdarê ya li dijî Kurdan û hewldanên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava yên ji aliyê çeteyan ve li pêşiya Parlamentoya Skoçyayê ya li bajarê Edinburgê hatin protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd hate lidarxistin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Rojava” û “Jin jiyan azadi” hatin berzkirin û flamayên Rêber Apo û alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. 

Welatiyê bi navê Şoreş Kurdî axivî û li hemberî êrîşên li dijî Navenda Civaka Kurd a Londonê û aktîvîstên Kurd nerazîbûnên xwe nîşan da û ev yek anîn ziman: 

‘’Ev êrîş, êrîşeke li dijî gel e. Her wiha tundiyeke li ser rûmeta mirovahiyê ye. Têkoşîna azadiya Kurdan ji bo hemû gelan veguheriye sembolekê. Îro dubare bi destê dewleta Tirk DAÎŞ û çeteyên weke wê êrîşî Rojava dikin.  Vî gelî ji bo rûmeta mirovahiyê 11 hezar şehîd dane. Destên xwe yên qirêj li ser vî gelî vekişin.’’

TORA PIŞTEVANIYA KURDISTANÊ: WÊ GEL TÊBIKOŞIN 

Tora Piştevaniya Kurdistanê a Skoçyayê jî danezanek weşand. Tora Piştevaniyê da zanîn ku divê tavilê aktîvîstên Kurd werin berdan û got: "Em zextên dewleta Brîtanyayê yên li ser civak û tevgerên siyasî şermezar dikin."

Di danezanê de hate îfadekirin ku Navenda Civaka Kurd û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk ji  bo armanceke adil hene û ev yek hatin gotin: "Navenda Civaka Kurd a li Haringeyê deriyên xwe ji bo tevlîbûna çalakiyên çand û hunerî, perwerdeyî û siyasî ji sedan kesî re vekirine. A niha ew derî ji aliyê polîsan ve hatine girtin."

Her wiha di danezanê de hate ragihandin ku êrîşên li dijî civaka Kurd ne tesadûf e ku di 27’ê Mijdarê de pêk hatine û ev yek jî hatin îfadekirin: 

‘’Ev dîrok, dîroka damezrandina PKK’ê û salvegera vejîna tevgera azadiyê ye û li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Dadgeha Bilind a Belçîkayê, di sala 2011’an de biryar da ku divê PKK di lîsteya terorê de were derxistin. Çimkî ‘aliyekî şerê navxweyî yê rewa ye’ yanî di şerekî navxweyî de aliyek e. Ji bo ku PKK li Brîtanyayê weke ‘rêxistina terorî’ neyê lîstekirin, kampanya tên meşandin. Dewleta Brîtanyayê bi sûcên xwe yên li dijî gelên cîhanê û tevgerên şoreşgerî sûcdarê rastîn e. Bi qasî ku mantiqa dagirkeriyê dewam bike, wê gel jî li ber xwe bidin."

Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.